CîhanPolîtîk

Erdogan dikare parlementoyê fesih bike

Hilbijartinên 24ê Hêzîranê li Tirkiye çêdibin, di rojeva cîhanê de ye. Herweha medya cîhanî rojane behsa van hilbijartina dike.Rojnama BritanîThe Guardian di nivîsek ya xwe de îdia dike ku, eger AKP di parlementoyê de piraniya xwe ji dest bide, Erdogan parlementoyê fesih dike û hilbijartinên nû çêdibe. Rojname çavkaniya vê nûçeya xwe berpirsek bilind yê AKPê dide nîşandan , lê navê vî berpirsî nabêje.The Guardian dide xûyakirin ku, rewşa hilbijartina ya dixweyê serbisere. Rojname dibêje: Ihtimalek heye ku Erdogan wek serokkomar bê hilbijartin , lê di parlementoyê de AKP piraniya xwe ji dest bide.Guardian dide xûyakirin ku, li gora destûrê serokkomar dikare parlementoyê fesih bike. Li gora hinek berpirsên AKPê Erdogan dikare vê yekê bike. Rojname dibêje ku, desthilatdariya Erdogan heye ku vê yekê bike û dê bike jî, lê Tirkiye jî berbi pêvajoyek nê xûyayî ve diçe.Rojname dibêje ku,   ev hilbijartin di rîroka Tirkiye ya modern de hilbijartinên herî girîngin. Serokkomarê nû bê hilbijartin dê xwedî desthilatdariyek gelek berfireh be. Li gora vê desthilatê serokkomar dikare, qanûna derêxe, berbirsên dadgeha bilind destnîşan bike û hukumetê damezirîne. Eger Erdogan serbikeve, civaka Tirkiye ji nûve tê dîzayn kirin.

Back to top button