Çekdarên DAÎŞê rêya sereke ya Kerkûk û Bexdayê girtin
Rêya serekî ya Kerkûk û Bexdayê ji aliyê çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê ve, di navbera bajarokê Uzem û bajarokê Qeretepeyê de hate daxistin.Li gor zanyariyên BasNewsê çekdarên DAIŞê roja 18.06.2018ê serê sibê ew valatiya ewlehiyê ya hêzên Iraqê û milîsên Heşdî Şeibî ya li navçeyê heye jê sûd wergirt û rêya serekî ya di navbera Kerkûk û Bexdayê daxist.Berpirsê komîteya Qeretepe ya YNKê Mihemed Omer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 17.06.2018ê demjimêr 10:00ê heta vê sibehê çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê rêya serekî ya Kerkûk û Bexdayê di navbera bajarokê Uzem û Qeretepeyê yê sînorê navçeya Hemrînê daxist.’’Herwaha ragehand, gotegotên wisa hene ku çekdarên DAIŞê hejmarek şofêr kuştine, lê bi fermi ti zanyariyek heta naha bidest neketiye.Navborî ragehand, tevgera rêxistina terorîst a DAIŞê li bazineya Hemrînê pir zêdebûye û got: ‘’Berê bi şev derdiketin, lê naha rojane bi aşkerayî tevgera wan heye.’