Pêvîste Kurd hilbijartina dagirkeran BOYKOT bikin
Çeto Omerî bersiva pirsên Rojevakurd did eû dibêje: Li wira divê em hinek li ser HDP bisekinin. HDP projeya dewleta tirkan e. Alîgirên HDP hemî Kurd in lê qedera wan jî di destê kesên kemalîst û sîxûrên dewleta metînkaran de ye. Lewra piraniya caran dewlet bi destê xwe siyasetek weha dimeşîne ku Kurd li hemberî dewletê dixwazin û dibin piştgirê HDP lê di eslê xwe de tew têne lîstîka dewleta metînkarEz ji dil sipasiya malpera Rojevakurd.com`ê dikim ku vê derfetê daye min ku ez jî bikaribim li ser hilbijartinên Tirkiyê bînim ziman.Pirs: Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din? Ç. Omerî: Ez mirovekî serxwebûnxwazim li gor bîr û baweriyên min pêkve jiyan, jiyanek demokratîk, jiyanek hemdem û pêşketî li gel gelên serdest ne mimkûn e. Ji ber ku ne tenê komarên metînkar her weha gelên serdest jî li hember hebûn û mafê gelê Kurd û Kurdistanê ne. Bala xwe bidin heta îroj li gelek bajarên tirkiyê de gelê tirk êrîşî Kurdên sivîl, Kurdên belengaz, karkerên Kurd yên reben dikin û wan lînc dikin. weke mînak li Kagitxane ya stenbolê de xortekî Kurd ji bo ku bi dayka xwere kurdî diaxife ji teref tirkan ve bi kêran hate birîndar kirin. Dîsa li tirkiyê yekî Kurd ji ber ku bi xanima xwere telefonê de bi kurdî diaxife mineqaşe dinav wî û hevalên wî yên tirk de derdikeve û bişev gava Kurdê ku bavê 2 zarokane di xewda ji teref hevalên xwe ve hate şewitandin. Ya din ez bawerim li bajarê Bursayê bu beriya çend rojan ku du xortên kurd yên karkerê înşaatan ji teref tirkan we hatin lînç kirin û yek ji wan ji kata 5a hate avêtin. Ma ne herkes di televîzyonande dît û dibîne ku gellek caran tirkan bi keviran bi daran êrîşî otobosên ku ji bajarên Kurdistanê tên dikin, rêvingên wan otobosan piraniya caran jin, zarok, pîr û kesên sivîl û kesên bêsûc û bêguneh in. An go ez li wira naxwazim tabloyek tarî nîşanî xwendevanên we bikim lê belê ew rastiyên komara metînkar û gelê serdest in.Em miletek mezlûm, miletek belengaz û bindest in lê di dîroka Kurdan de lînç kirin tune ye. me tu caran mirovekî ji ber ku ji aîdiyeta neteweyek din e lînç nekiriye. Kurd miletek xwedî şehsiyet û xwedî exlaq in.Lê em bindest in û sedema bindestiya me dagirkeriya tirkan e. Tirk li welatê me de dagirker in. Divê em bi hemî derfetên xwe li dij hemî dezgeh û hebûna dagirkeriya metînkaran bin. Ma gelo Mhatma Gandhi tu caran metînkariya Îngîlîzan qebul kiribu? Naxêr.Divê em jî hebûna dagirkeriya tirkan red bikin. Divê em neçin dibistanên wan, ji wan re leêgeriyê nekin û hemî sîstemê metînkaran protesto bikin, li dij derkevin.Ji ber vê jî ez bersiva pirsên we ya pêşî niha didim û dibêjim Na nexêr, divê Kurd neçin li ser sindoqan û dengê xwe nedin.Pêvîste Kurd hilbijartina dagirkeran BOYKOT bikin.Ya din li wira pirsek din heye, em bêjin ku heger çend Kurdên netewe perwer hatin hilbijartin û ketin meclîsa tirkan ma dê çawa bikaribin sûnda parlementiyê bixwiynin…? Heta îroj hişê min nagre ku çawa Kurdek dikare li meclîsa tirkan de li ser înkar kirina nasnameya xwe, li ser înkar kirina gel û welatê xwe û ji bo parastina dewleta metînkar li ser namûs û şerefa xwe sûnd bixwe. Ev rezalete, hetîketî ye, sosrete û ev bêşexsiyetî ye. Ji kesên weha jî tu caran nikarin me temsîl bikin..Pirs: Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?Ç. Omerî: Ji roja ku komara tirkan li ser înkar kirina gelan hatiye damezrandin heta îroj bi taybetî jî li hemberî gelê Kurd siyasetek qirêj meşandiye. Gelê Kurd hatiye girtin, îşkence kirin, kûştin, nefî kirin û hebûna Kurdan hatiye înkar kirin. Ango ji zilm û zordariyê pêve tu gavên mirovî ji bo Kurdan nehatiye avêtin. Heta îroj li Tirkiyê çend sed caran hilbijartin çêbuye lê ji binpêkirina mafên Kurdan pêve tu bandorek erênî li ser pirsa Kurd çênebuye ku îroj çêbibe. Li gor bîr û baweriya min li bakûrê Kurdistanê baweriya gelê Kurd ji bo demekê be jî, ji bo welatek serbixwe û azad hatiye şikandin. Kurd ji xwe bê bawer buye. Ew ji bi saya siyaseta komara metînkar li gel siyaseta PKK, Hizbullah, Çepên tirkan û bikaranîna faktorên olî ji teref dijmin ve girêdayî ye. Hela bala xwe bidin ev çend sed sale ku welatê me ji bindestiyê dinale gelê me ji zilm û zordariya dagirkeran bêzar buye lê îroj li dij serxwebûna xwe tevdigere. Lê belê di heman demê de ji bo Quds û ji bo serxwebûna filistiniyan dikeve kolanan. Bawer bikin wan tiştên ku min nivîsandiye tew berhemên sîstema metînkariyê ne. Ji ber vê jî ez bawer nakim ku piştî hilbijartinê li tirkiyê û li bakûrê Kurdistanê de tu guherandina sîstema metînkaran ji bo gelê Kurd çêbe. Heta metirsiyek heye ku zilm û zordariya komara tirkan li ser beşêndinê Kurdistanê de jî zêdetir bibe. Binerin tirk Efrînê dagir kirin her gava ku bixwazin dikevin nav sînorên başûrê Kurdistanê metirsiya min heye ku tirk berê xwe bidin Rojhilata Kurdistanê jî. Heta îroj piraniya siyasetvan û rewşenbîrên me balê dikşînin li ser siyaseta qirêj ya komara islamiya Îranê lê heger rewş weha berdewam bike dê tirk bixwazin beş bi beş welatê me dagir bikin. Xwezî xêzek radîkal ya Kurdên bakûr hebuya ku bikarî ba bi alîkariya girseyên gelê Kurd li hemberî metînkaran helwestek tûj nîşan bida. Heta ku Kurd li hember metînkaran nebin xwedî hêz dê tu guherandinên ber bi çav ji bo maf û azadiya Kurdan de çênebe..Pirs: Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?Ç. Omerî: Tu hêviyên minî erênî him ji bo beriya hilbijartinê û him jî ji bo piştî hilbijartinê tune ye. Ji ber ku heger hilbijartinê de AKP biserkeve dê siyaseta Erdoganî ya “Yek Al, Yek Ziman û Yek Dewlet” dê bi giranî were meşandin û dê Erdoûan bixwaze hemî dijberên xwe tune bike, ji hev bela bike û hilweşîne. Her çiqas îxtîmalek kêm be jî em bêjin ku heger CHP qezenc kir ma dê li ser pirsa Kurd de tu guherandin çêbe, Nexêr. Mentalîta CHP hîn jî ya dema destpêka sedsala bîstan e. Ma ne ew CHP bu ku parlementerên Kurdan ji bo ku beşdarî konferansa Parîsê bibûn ji partiya xwe îhraç kir. Ma ne ew CHP bu ku her car li hemberî gelê Kurd bi nîjadperestiya xwe ve hatiye naskirin.Li wira divê em hinek li ser HDP bisekinin. HDP projeya dewleta tirkan e. Alîgirên HDP hemî Kurd in lê qedera wan jî di destê kesên kemalîst û sîxûrên dewleta metînkaran de ye. Lewra piraniya caran dewlet bi destê xwe siyasetek weha dimeşîne ku Kurd li hemberî dewletê dixwazin û dibin piştgirê HDP lê di eslê xwe de tew têne lîstîka dewleta metînkar.Niha dîsa dewlet dixwazi li ser keseyatiya Selahattîn Demîrtaş kurd bikin piştgirên HDP. Ma Demîrtaş bi xwe nabêje ku ew namzetê hemî komara tirkiyayê ye? Ma Demîrtaş nabêje ku Ala tirkiye temsîla me hemiyan dike. Ma Demîrtas nabêje ku HDP partiya hemî tirkiyê ye?? Beriya hemî tiştî divê gelê Kurd êdî fahm bike ku PKK jî, HDP jî Ocalan jî û Demîrtaş jî hemî projeya metînkaran ji bo li dij bikaranîna doza Kurdistanê ne. Ango li gor min HDP û Demîrtaş jî weke CHP, MHP û AKP li dij doza Kurdistanê ne..Ji xwe pêvîst nake ku ez behsa ÎYÎ Partî û MHP û Saadet partî bikim.Mixabin ku li bakûrê Kurdistanê ji dervayî PKK-HDP, Hizbullah-Hudapar tenê komên biçûk yên legal hene ew jî him nikarin tu xebatek ber bi çav bikin û him jî bi destûrê wezareta navxweyî ya komara metînkar kes nikare pêşengiya doza maf û azadiya gelê Kurd bike. Ev tenê xwe û gel xapandinek e.Ya dawî:Heta ku rêxistinek netewî radîkal ya ji hemî nivşên wêlat perwer, ji hemî ol û baweriyan, ji hemî çînayetî û ji hemî tebeqeyan xwe bihêz nebe dê xal û rewşa me Kurdan jî weha be. Em xwedî heq in û em mafdar in ji ber ku em xwedî heq û mafdarên doza xwe ne divê dengê me bilind derkeve, divê em li her derê û li hemberî herkesî xwedî li nasnameya xwe, zimanê xwe, Ala xwe û xwedî li welatê xwe derkevin. Pêvîstiya me bi parlemena dagirkeran nîne, Kurd dikare li navendekê bakûrê Kurdistanê de bi hêzeke ku me behs kir gel û welatê xwe temsîl bike..Em Kurd in û em Kurdistanî ne..