Kurd bi șêr û çekdaryê nikarin ser bikevin

Eskerê Boyîk bersîva pirsên Rojevakurd dide û dibêje: Kurdên, ku 24 hezîranê berbi sindoqên  bijartina herin û vê çîroka jiyana gelê xwe ya wêran ji bîr neynin wusane bêbext,  bêxîret û bêxelat in… Kurdên, ku berbi sindoqên bijartinan herin û vê rewșê welatê xwe yê kambax bîr neynin wusane bo pêșîroja ewledê xwe nafikirn, wusane war reș in. Pirsên Rojevakurd: Bi dîtina we gelo:1- Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din? 2- Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?3- Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?Bersivên Eskerê Boyik:Dîsa dewleta Tirkyayê da hilbijartin in. Li nava Kurda da, jî dor bijartinan dest bi dew û dozeke germ û giran bûye. Hinek gomanên xweșik serê xwe da çê dikin,  hinek xewnê rengîn dibînin, hinek besa biratyê, demokirasyê, çareseryê û serkeftina dikin. Hinek jî bo ciyê xwe bal deshilardaran germ bikin   rind zanin li nava ava șêlû da masiya bigirin, li pey deshilatdaryê ne.Evdên emrê min da bûne ședê gelek bûyarên wa yê vî welatî, wusa jî gelek bijartinan  û hilbijartinan.Vî welatî da pirsa Kurdî da dêmokiratî, așîtî, biratî, wekevî nîne.Di nava sala da deshilatdarî hatine-çûne, serokkomar û serokwezîr hatine guhertin lê ji bo gelê Kurd  zulm û xezeb, înkarkirina nasnemê, qedexekirina zimên, çand û kultûra netewî, meremê tunekirina kurdayetyê  nehatine guhertin. JI bo gelê Kurd deshilatdarîk ji ya din zulmtir hatiye meydanê.Hîmê vê dewletê li ser armanca înkarkirin û tunekirina Kurda hatiye avakirin.Ji sala 1924 a heta roja îro fikra tu deshilatdarya dewleta tirk ra derbas nebûye pirsgirêkeke gelê Kurd /hema yeke sivik/ çareser bike. Her xwestineke kurdan bi zulm û zorê, bi xûn û sîliha, hebs û zindana, sirgûnyê û malwêranyê, tirsê hatye kerkirin.Hewce nîne wê dîroka bi xûn, wê dîroka wêran bînin bîra hilbijêrên kurd: ew çirok hilbijêrê rast jî, yê çep jî, weletperêz jî,  welatfiroș jî rind zanin.Kurd tev jî ji min çêtir vê dîrokê zanin..Heta îro tu guhartineke sivik ya erênî di siyasya dewleta Tirk da himberî gelê Kurd çê nebûye.Kê jî derheqa hinek tiștê „erê“-nî da difikire, bo kara xweye șexsî, xwe dixapîne. Hela bira parlamêntarekî kurd  ji partiyên deshilatdar gavekê șaș bavêje, mora têrorîstyê wê enya wî keve û kapê kurdayetiyê wê wî rast bibe hebsê…Eve rastî.Van 90-100 salan da bi hezara pilan û pirogramê helandin-tunekirna gelê Kurd dewleta Tirk çê kirine, lê tu yekê da dewlet ser neket ye, nikaribûye vî gelî ji rûyê dinyayê holê rake, tune bike. Berovajî kurda bi șerkarî /dêmokirasî yan çekdarî/, bi  xûna xwe cihan daye serwextkirin ku bê çareserkirina pirsa kurdî tucar aramî-așîtî di Rojhilata navîn da çê nabe.Deshilatdarya Tirkyê vê yekê û  guhertina pêvajoyê rind tê gihîștiye, bo wê jî wek tevakî çavbixûn har bûye „situryê xwe kendala dixe“, delk û fenê nû çê dike.Heta Tirkya vî canawirê xweyî neheq yê dijî kurdan peya nebe șerê xûnrêj ne Sûryayê, ne  Iraqê da, ne jî hundur Tirkyayê da  ranewaste.Tirkiya wek mirina xwe ji pirsa Kurda ditirse.Ez nizanim dewleta Tirkê, kî rojê bigîhî wê rastiyê, ku çareserkirna pirsa Kurdî dermankirina hemû birînê wî welatî ye, riya dirêjbûna jiyana wê.Partiyên tirkyayê deshilatdar yek  jî ji AKP ê qenctir nînin, lê AKP  șûrê dijîtya xwe himber kudan așkere kir:Herd gel rakirin dijî hev.Van salê dewyê,  bin navê șerkarya dijî  „TÊRORÎZMÊ“ da, deshilatdarya vê hêzê, çi weșîtî hebû /dizîva û așkere/ dijî kurdan pêk anî.Hewce nîne bûyaran gișkî yek-yek bîr bînin.Dewleta Tirk ev șerkarî, ev  pirsgirêka TÊRORÊ bi xwe  çê kirye û çawa rehet çê kirye, kare wusa jî rehet, nava demeke kin da rawestîne. Nake…Nake, ji  bo kêrî wê tê, pirsgirêkên xweye navxweyî bin wê șerkaryê da ji gelê xwe vedișêre. Bi wê „șerkariyê“ hin  gelê welatê xwe, hin jî gelê cihanê dixapîn e.Niha ev fena dewleta Tirk așkere bûye. Evê yekê edî tev zanin.***Kurdên, ku 24 hezîranê berbi sindoqên  bijartina herin û vê çîroka jiyana gelê xwe ya wêran ji bîr neynin wusane bêbext,  bêxîret û bêxelat in…Kurdên, ku berbi sindoqên bijartinan herin û vê rewșê welatê xwe yê kambax bîr neynin wusane bo pêșîroja ewledê xwe nafikirn, wusane war reș in.Eger ev gotinên mediya kurdî rast bin: „ Hilbijartin dengê Kurda va girêdaye“, „Şertê hilbijartinê destê kurda dan in“ , bawaryê didin ku Kurdê hinek serkeftina dest bînin…Lê gerekê rind zanibin ku dewlet serketina kurda rehet qebûl nake…Nayê bawarkirin ji pey hibijartina ra guhestineke berbiçav ya piraktîk  pirsgirêka Kurdî da çê bibe.Tenê gerekê bêguman nebin.***Bi texmîna min, rewșeke wusa çê bûye bi șer û çekdaryê pirsa Kurd Tirkyayê da çareser nabe.Kurd bi șêr û çekdaryê nikarin ser bikevin.Şerkarya va 30-40 salê dewyê ew yek rind nîșan da. Wî șerî xêncî malwêranyê gelê Kurd ra, tiștekî qenc û xêr ne anî.Dest dewletê da her macalê șerkaryê hene. Kurd jî destevala ne.Bo çareseriyê Kurd gerekê rêyên dêmokiratîk û siyasiye nû bigerin. Ji bo wan riya   hevgirtin, tifaq û ji hev femkirina hêzên Kurdan yên șiyasîye welatparêz pêwîst e.Helbet ev rê jî rehet nîne.Wek evdekî Kurd, kêfa min gelekî hevkariya  hevalên çar hêzên Kurdistana Bakûr: Hereketa Azadiyê, Pak. PDK û PSK ra hat. Cêkirina tifaqeke kurdewarî ya berfire xwestina hemû kurdan e, û kêfa civakê anî… Çiqas jî bê sûcê wan ew hevkarî negihîște meremê xwe /eva pirsgirêkeke din e, gotî ser bifikirin/ lê di jiyana hêzên Kurdistanî da hwldaneke hêja û gaveke tifaqê ya nû bû.Bûyareke dîrokî bû.Van bijartina da heqyê, dêmokirasyê û rastyê ra serkeftinê dixwezim! 17.06.2018         

Nerîna min :