Warê neftî ber bi pêş diçe
Hikûmeta herêma Kurdistanê îşaretê bi wê yekê dike ku di warê berhemanîna neftê pêşkeftinên gelek baş li herêma Kurdistanê çê bûne. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi tyabetî behsa kontrakta digel kompnaiya cîhanî Exsson Mobil û diyar dike ku kompaniya cihanî ya neftê Exsson Mobil li şeş devera li herêma Kurdistanê li neftê diger û bîran dikole û tu astengî û pirsgirêk di nevbera kompaniya navborî û hikûmeta herêma Kurdistanê de peyda nebûne.
Aşitî Hewramî wezîrê dermatên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel Reuters got ku hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bilî kompaniya Exsson Mobil, digel çend kompaniyên mezin yên din gotûbêj dike û di çend mehên bên de tê çaverê kirin ku hikûmeta herêma Kurdistanê digel wan kompaniya bigihîje lihevhatinê.
Hewramî herwesa behsa qanûna neft û gazê dike û dibêje.
– Hikûmeta herêma Kurdistanê çend serastkirin û pêniyar li ser reşnivîsa qanûna neft û gazê a Îraqê kirine û biryare ji bo parlamentoya Îraqê bê şandin.
Wezîrê derametên xwezayî di hevpeyvîna xwe de dibêje ku di sala 2012ê de herêma Kurdistanê 175 hezar bermîlên neftê di rojekê de berhemtîne. Di sala 2015ê nefta herêma Kurdistanê dê ji bo yek milyon bermîl di rojekê de bilind bibe.