Civak

Îstastîka şideta li dijî jinan li Kurdistanê

Rêveberiya şopandina şideta li dijî jinan li herêma Kurdistanê duhî îstastîka şideta li dijî jinan di sala 2011ê de li her sê wîlayatên herêma Kurdistanê,  li dijî jinan hetiye kirin eşkere kir. li gor Warvînê îstastîk bi awayê li jêr e:

Hewlêr:

23 jin hatîne kuştin

9 jinan xwe kuştiye

84 jinan hewil daye xwe şewitînin

37 jinan xwe şewitandiye

168 jin hatine îşkencedan

18 haletên destdirêjiya seksî

983 jinan gilî li mehkemeyê tomar kiriye

Hemû bi hevre 1322 halet

Di sala 2011ê de bi tenê 239 halet hatine çareser kirin û 116 jin ji bo senterên parastina jinan hatine şansin.

 

Silêmanî:

9 jin hatine kuştin

19 jinan xwe kuştiye

87 haletêm şewitandinê

37 jinan xwe şewitanidye

76 haletên destdirêiya seksî

720 jin hatine îşkencedan

725 gilî li dadgehê hatine tomar kirin

Hemû bi hev re 1673 halet.

Di sala 2011ê de 122 halet hatine çareser kirin û 121 jin ji bo senterê parastina jinan hetine şandin

 

Duhok:

6 jin hatine kuştin

10 jinan xwe kuştiye

9 jinan hewil daye xwe bikujin

34 haletên şewitandinê

51 jinan xwe şewitandiye

14 haletên destdirêjiya seksî

656 gilî li mehkemeyê hatine tomar kirin

Hemû bi hev re 771 halet

Di sala 2011ê de 150 halet hatine çareser kirin, 40 tawanbar hatine girtin, 407 halet daxistin eû 142 halet jî ji bo mhkemeyê hatine şandin.

 

Germiyan:

5 jin hatine kuştin

6 jinan xwe kuştiye

23 haletên şewitandinê

7 jinan xwe şewitandiye

102 haletên îşkencê

174 gilî li dadgehê hatine tomar kirin

Yek haletî destdirêjî seksî

Hemû bi hev re 318 halet. Li gor îstastîkên rêvebiriya şopandina şideta li dijî jinan haletên şidetê li dijî jinan li Germiyanê miqayse digel sala 2008 245 halet û sala 2009ê 275 halet. Sala 2011ê zêdebûye.

 

Rojevakurd

 

 

 

Back to top button