Di çeçova operasyonên KCK-ê de operasyonek berfireh vê sibehê destpêkir.
Li Enqere di avahiya nawenda KESK-ê de, lêgerînek hate kirin û tê ragigihandin ku endamek yê KESK-ê hatiye binçavkirin. Herweha tê gotin ku endamê rêvebiriya BDP-ê Tuncer Bakirhan û parlementera BDP-ê ya Kevin Fatma Kurtulan jî di vê çerçovê de hatiye binçav kirin. Herweha li Enqere polis li mala parlementera Diyarbekirê Leyla Zana ya li Çankaya jî lêgerînê dikin.
Li Stanbulê avahiya BDP-ê de lêgerîn tê kirin û hate ragihandin ku heta niha 15 kes binçav kirine.
Bi fermana dozerê Stanbulê yê xwedî desthilatdariya taybet, li avahiya bajarvaniya Diyarbekirê lêgerîn hate kirin û li Batmanê jî polis li ser hinek cihan de girt. Herweha li Sêrtê jî avahiya BDP-ê de lêgerîn tê kirin.
Li gora gahdariyan li Riha û Mersînê jî di avahiyên BDP-ê de lêgerîn têne kirin û gelek kes hatine binçavkirin. Ji ber ku hêjî li hinek deveran lêgerîn berdewam e , encama vê operasyona ku sibehê zû destpêkirî baş naye zanîn.
Rojevakurd