Civak

Di gora komkujiyê de hejmar zêde dibe

Li Diyarbekir li devera Deriyê Sarayê li nava sûrhên Diyarbekirê kolanên tên kirin de gelek hestiyên mirova hatine däîtin. Dema kolandina deveröê berfireh dibe hêjmara hestiyan jî zêdetir dibe . Li gora tê gotin heta niha hestiye serê 8 kesan hatine dîtin.

Wek tê zanîn li devera kolandin lê tê kirin berê nawenda JITEM-ê ya Diyarbekirê bû.

Di vê derbarê de, endamê JITEM-ê ye berê Abdulkadîr Aygan ragihand ku, dema Gaffar Okkan berpirsê asayîşa Diyarbekirê bû, efser û berpirsên  JITEM-ê yên Diyarbekirê Abdulkerim Kirca û Cemil Temizoz gelek kes digirtan û danîn nawenda JITEM-ê û ew dikuştan û herweha laşê kuştiyan di bin avahiyê de binax dikiran. Li gora Aygan dibêje;Gaffar Okkan ji çelakiyên JITEMÊ aciz bû. Okkan sala 2001-ê di encama çelakiyek çekdarî de hate kuştin û heta niha jî ji bo vê kuştinê kesek nehatiye girtin.

 

Nûçeya peywendîdar:https://rojevakurd.com/civak/9310-baregeh-JITEM–gora-komkujiy-hate-dtin.html

Back to top button