Osman: Barzanî bawerî bi Malikî nemaye
Endamekê palamentoya Îraqê yê ser bi lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bawerî bi serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî nemaye û her ji ber hindê jî serok Barzanî beşdariyê di kongreya niştimaniya Îraqê ya ji bo çareserkirina kirîza siyasiya Îraqê de nake.
Mehmûd Osman endamê parlamentoya Îraqê yê ser bi lîsteya Hevpeymaniya Niştimnaî di daxuyaniya xwe de got ku hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji aliyên siyasiyên îraqî dike ku bi rênmayî û biryarên rêkeftina Hewlêrê pabend bin.
Osman got:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê gihiştiye wê baweriyê ku, hikûmeta Îraqê a bi serokatiya Nurî Malikî di dema hilbijartin û pêkanîna hikûmeta Îraqê de tekîd kir bû ku dawazên herêma Kurdistanê cîbicî bike, lê ew sozên Malkî dabûn herêma Kurdistanê bi cî nekirîne.
Mehmûd Osman got jî ku beşdarînekirina serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di kongreya çareserkirina kirîza siyasiya Îraqê de ji ber êw yekê ku Barzanî bawerî bi hikûmeta Nurî Malikî nemaya û got:
– Kûrbûn û alozbûna pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û çaresernekirina wan pirsgirêkan roleke mezin di alozbûna têkeliyên navbera Hewlêrê û Bexdayê de heye. Hikûmeta herêma Kurdistanê daxwazê ji aliyên siyasyên îraqî dike ku bi biryarên rêkeftina Hewlêrê pabend bin, ne sazkirina kongreyên nû.
Her li dor sazkirina kondreya niştimaniya Îraqê ji bo çareserkirirna rewşa aloza Îraqê û piştî hatî belav kirin ku eger kongre li Bexdayê bê sazkirinê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdariyê nake, serokomar û serokê parlamentoya Îraqê ji bona ku barzanî razî bikin di tevgerê dene.
Mihemed Xalidî parlamenterê Îraqiye ku, Eyad Elawî serokatiya wê dike, di daxuyaniyekê de ji rojnameya Şerqulewsat re got ku, serokomar Celal Talebanî û serokê parlamentoya Îraqê Usame Nûcêfî lihev kiriye ku Nûcêfî serdana Hewlêrê bike û Barzanî razî bike ku di kongreya niştimnaî de beşdar be.
Ev demeke pirosesa siyasî li Îraqê ber bi hilweşiyanê diçe û roj bo rojê nakokiyên navbera aliyên siyasiyên îraqî, bi taybetî navbera Malikî û Elawî kûrtie dibin. Ji bona çareserkirina rewşa aloza siyaî li Îraqê aliyên siyasî ti tevgerê de ku kongreyeke niştimanî saz bikin û hemû aliyên îraqî tê beşdar bin.