Cîhan

Burhan Xelyon serdana Kurdistanê nekiriye

Piştî di hindek kanalên mediyayê de hatî ragehandin ku Burhan Xelyon serokê kongreya Niştimaniya Sûriyeyê û digel Ebdulbasit Seyda endamê kokgreyê bi serdanekê çûyne Hewlêrê û digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê civîneke heveş sazkiriye, berprisê ofîsa ragehandina serokê Kurdistanê ew nûçye red kir û got ku ew nûçe neraste.

Feysel Debax berprisê ofîsa ragehandina serokê Kurdistanê ji NRT ê re nûçeya hatina Xelyon bo herêma Kurdistanê red kir û got: ”Burhan Xelyon serokê Kongreye Niştimaniya opozisyona Sûriyeyê nehatiye herêma Kurdistanê.”

Ajansa nûçeyan a erebî Elexbariye di nûçeyeke xwe de weşand bû ku Burhan Xelyon serokê Kongreya Niştimaniya Opozisyona Sûryeyê digel Ebdulbasit Seyada (kurd e) û du endamên din yên kongreyê serdana Hewlêrê kiriye û ji aliyê berprisên hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatîne pêşwazî kirin.

Back to top button