Virûsa nû ya koronayê Omicron belav bûye!

 Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê dibêje, pêla çarem ya Koronayê û vîrusa nû ya bi navê Omîkron li Herêma Kurdistanê belav bûye.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî di peyameka vîdeoyî de ragehand, pêla çarem ya Koronayê û vîrusa nû ya wê nexweşiyê Omîkron li Herêma Kurdistanê belav bûye.

Dr. Saman Berzencî di vîdeoyê de dibêje, divê tedbîrên xweparastinê zêdetir bên kirin, vaksînê li xwe bidin, maskê bikar bînin û ji cihên qerebalix dûr bikevin.

Wezîrê tenduristiyê ji welatiyan xwast, eger nîşanên nexweşiyê di wan de hebin bila serdana navendên Koronayê bikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: