Serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdogan di civîna grupa partiya xwe ya parlementoyê de axivî. Erdogan di axvtina xwe de behsa rewşa Tirkiye gelemperî kir û êrîşê muxalefetê û taybetî yê CHPê û Kiliçdaroglu kir. Erdogan beşek axavtina xwe de di derbarê Abdullah Ocalan û Selahatin Demirtaş de ,bê ku navê wan bide tiştên balkêş gotin.Wek din Erdogan behsa rewşa parlementera HDPê Semra Guzel jî kir.
Erdogan di derbarê Ocalan û Demirtaş de got: Dê yê li Edirneyê hesabê herî mezin bide yê li Îmralî yê. Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan dibêje: Xelata singê wan ve (behsa berpirsên PKKê dike) li gora zarokên dixapînin û rêdikin sere çiya tê kifşkirin. Wijdana wan ev e. Lê yê li Edirne (behsa Demirtaş dike) ,dê hesabê herî mezin bide yê li Îmralî yê(Behsa Ocalan dike). Herkes welê dizanê ku rewşa wan gelek baş e. Lê di nava wan de jî nakokiyên mezin hene. Wê vê muhasebe bi hevre bikin.
Erdogan di derbarê parlementera HDPê de jî got: Nav û paşnavê wê ne girîng e. Parlamenterek ligel endamekî PKKê hevdîtinê dike û wêneyê wan belav bûne. Ev çend roj e em van wêneyan dibînin. We jî dîtin. Mixabin ev jin wek bermaya PKKê li parlamentoyê ye. Me derbarê wê de dosye bilez bo komîsyonê şand û dê di komîsyonê de jî ya pêwîst bê kirin. Em di parlamentoya xwe de naxwazin kesên wiha bibînin. Li parlamentoya xwe de naxwazin bermayên PKKê bibînin. Wek Hevpeymaniya Cumhur a pêwîst me got lê CHP, IP û HDP hûn çima bêdeng in.”