Nivîsar

Platformek netewî û Kurdistanî pêwistiyek e !

Gerek pîvanek ji bo Tevgera siyasî ya Kurdistanî hebe. Ew jî eve ku, dive Kurd bi kuleka Kurdistanî re bûyera binirxînin û li gora wê bibin xwedî helwest û pêwendiyên xwe aliyên din yên siyasî re dîzayn bikin.

Dara Bilek

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rojeva siyasî, darayî û civakî di nava gotubêjek berfireh de ye. Gelek cara mirov dibîne ku aktorên rojevê didin kifşkirin di çerçoveyek taybet de behsa hinek pirsgirêkan dikin. Bê guman di welatekî de  ji jiyana rojane, bihabûn û ji çuyîn hatinê bigre heta pêwendiyên civakî insane eleqeder dike û ev yek têne gotubûj kirin. Desthilat li gora xwe hinek gava tavêje û muxalefet jî rexne dike . Lê her alî li gora xwe hinek pirsgirêka gotubêj dike . Lê kurd bi xwe çewe van bûyerên rojane dinêrin û  gotubêj dikin gelekî girîng e.

Ji berî her tiştekî gerek pîvanek ji bo Tevgera siyasî ya Kurdistanî hebe. Ew jî eve ku, dive Kurd bi kuleka Kurdistanî re bûyera binirxînin û li gora wê bibin xwedî helwest û pêwendiyên xwe aliyên din yên siyasî re dîzayn bikin.

Ji bilî HDPê tu aliyek din ne di wê hêzêde ye ku pirsa Kurd bêxwe rojev û gotubûj bike. Bekî jî ev yek pirsgirêka herî mezin û sereke ya  tevgera kurd li bakurê Kurdistanû ye. HDP bi xwe pirsa Kurd li ser xetek netewî nabîne û tu cara awayê pêwîst naxê di rojevê de. Piranî di parlementoyê de , pêwendiyên PKK û HDPû dikevin rojevê û bi rojan ev yek tê gotubûj kirin û aliyên nijadperestên Tirk di vê zawiyê de êrîşê kurda dikin. 

Di van demên dawî de hevserokên HDPê hinek aliyên siyasî yên Tirk dibînin û daxûyaniya belav dikin, lê tu cara pirsa Kurd naynin rojevê û  di pêwendiyên xwe de nakin pîvanek. Eger herkesek baş bala xwe bide daxûyaniyên HDPê vê yekê bi zelalî dibîne. Yanî bi awayek din HDP dengê Kurda werdigirê diçe parlementoyê ,lê wek ku ew bi xwe dibêjin ne partiyek Kurd e û partiyek Tirkiye ye. Di vî warî de tu cewaziyek di navbera wan û partiyên çepên Tirk tuneye. Heta îro desthilatdariya çepên Tirk di partiyê de heye û hinek kurd ku care behsa pirsgirêkên Kurda dikin di nava HDPê de ne desthilatin û tu bandora wan tuneye.

Eger her kurdek prosesa veqetandina serokê şeredariya Qersê yê berê Ayhan Bilgen baş binirxîne, dê bikaribe bi hesanîtir rastiya HDPê tê bigihe.

Îro wek her demî firsendek li pêşîya hinek partî û aliyên Kurdistanî heye ku dikarin platformek Kurdistanî netewî avabikin û li gora wê jî tevbigerin. Eger ev yek neyê kirin, dê cardin di dema hilbijartinan de hinek alî ji bo tenê bibin parlementer xwe wê nêzikî HDPê bikin û ji dev hemû nirxên xwe û siyaseta netewî berdin.

HDPê di bandora xwe de platformek ava kiriye, herkesek dizane ku çi platforme, ji bilî HDPê aliyên ku siyaseta PKKê dipejirînin di nav de ne û wek din , du sê aliyên din li gel wane û ew bi tenê nav mane. Ji xwe HDP jî li gora wê li gel wan dide û distîne.

Ji bo parastina nirxên netewî pêwiste platformek Kurdistanî li ser prensîbên netewî bê avakirin. Îro ev merc hene ku aliyên ji derveyê platforma HDPê ava kirî mayîn vê yekê pêkbînin. Ev yek dikare ji bo pêşerojê bibe şansek ji bo ku Kurd bi yekdengî bikaribin tevbigerin û rê li wan aliyên pirsa Kurd ji bo berjewendiyên kesayetî ji xwe re dikin zemînê siyasetê bigre.

12.01.2022

Back to top button