CivakRojev

Parlementoya Kurdistanê ji bo pirsgirêkên hêzên Pêşmerge du lêjneyan pêk tîne

Komîsyona Pêşmerge ya parlementoya Kurdistanê bo dûvçûna pirsgirêkên Pêşmerge û kêmendamên senger du lêjneyan pêk tîne.

Parlementerê Kurdistanê û endamê komîsyona Pêşmerge, Seîd Herkî ji BasNewsê re got, komîsyona Pêşmerge biryar daye du lêjneyan pêk bîne bo dûvçûna pirsgirêkên pêşmergeyan di warê girêbestên kirrîna kinc û xorak û cebilxane de. Emê bi rengekî berfireh li dû wê yekê biçin û paşê raporta xwe bidin serokatiya parlementoyê.

Seîd Herkî her wiha got, emê her wiha li dû pirsgirêk û gazindên kêmendamên senger biçin, çimkî gelek gilî û gazinde hene. Emê bi berpirsên Wezareta Pêşmerge re jî hevdîtin bikin da ku ew qanûn û pîvanên girêdayî kêmendaman bên hemwarkirin.

Back to top button