CivakRojev

Ji bo vekirina deriya Sêmalka hewldan hene!

Desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê – ENKS da xûyakirin ku Balyozê Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûrityê Mat Perl dê ji bo vekirina deriyê sînorî Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Rojavayê Kurdistan û Herêma Kurdistanê de kar bike.

Balyozê Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûrityê Mat Perl duh ligel şandeke bilind ya ENKS civiya bû û têde behsa pirsên girêdayî Rojavayê Kurdistanê kiribûn.

ENKS daxwaz kiribû ku hewl were dayîn deriyê Pêşabûr-Sêmalka were vekriin, gotibû kiryarên PYD bibû sedema girtina wî derî û di encamê de ziyaneke mezin gihande xelkê rojavayê Kurdistanê.

Balyoz Amerîkî gotibû, nabe derî tevlî nava mijarên siyasî bibe û tenê di warê aborî û mirovî de were bikar anîn.

Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê ji sala 2013an ve rêyeke sereke û girîng e di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, lê ji 15ê Çileya 2021an ve, ew derî hatiye girtin. Sedema girtina derî jî, êrîşa grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger û hejmareke kesên din li aliyê Rojavayê Kurdistanê bo ser wî derî bûye.

Back to top button