Tenê daxuyaniyên berdevkê fermî yê PDKê helwêstê fermî yê PDKê ye

Serok Barzanî derbarê hin gotegotên di raya giştî û li ser medya civakî bi navê PDKê ve tên belav kirin red kir û ragehand tenê daxuyaniyên fermî yên berdevkê PDKê siyaset û helwêsta fermî ya PDKê ye.

Daxuyanî waha ye:

Peyamek ji Serok Barzanî ve:

Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban

Di heyama borî de li ragehandin û torên civakî de hin daxuyanî û nêrîn hatine belav kirin, ku gelek caran wek helwêst û nêrîna PDKê tên hesibandin.

Em ji bo hemû aliyekî radigehînin ku her cure daxuyanî û nêrînên wirde wê de û di bin çi nav û nîşanekî de pêwendî bi siyaseta PDKê ve tine û bila wek nêrîna fermî ya PDKê neyê hesibandin.

Tenê daxuyaniyên berdevkê fermî yê PDKê siyaset û helwêsta fermî ya PDKê ye.

Mesûd Barzanî

11.01.2022

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: