Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) reşnivîsa destûrekê ji bo Rojavayê Kurdistanê amade kir û xalên vê destûrê, qala prensîpên giştî, maf, rol û desthilata hikûmetê dike.
Neteweyên Yekbûyî, opozîsyonaSûriyê û hikûmeta Sûriyê li Cinêvê di nava komîteyeke taybet de, pirsa destûreke nû ji bo Sûriyê gotûbêj dikin, lê heta niha negihiştine tu encamê.
ENKSê destûrek pêşniyar kiribû. Li aliyê din Rêveberiya Xweser jî girêbesta civakî cîbicî dike, lê di gelek xalan de li gel vê destûra ku ENKSê nivîsiye nakok e.
Xalên vê destûrê, qala prensîpên giştî, maf, rol û desthilata hikûmetê dike.
Di wê destûrê de tê gotin, Kurdistana Sûriyê, Herêmeke Sûriyê ye û parlamentoya wê heye ku hikûmetê hildibijêre û diyar dike û divê rêkeftinên wê li gel hikûmeta Sûrî ya demkî be û di bin serpiriştiya civaka navdewletî de be.
Li gor yek ji Serkirdeyên ENKSê, yek ji xalên cîbecînekirina vê destûrê, vedigerê ser rêknekeftina navmala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Her bi heman şêwazê vê destûrê, niha girêbesta civakî ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve tê cîbicîkirin, lê di gelek xalan de hevdij e ligel vê destûra ku ENKSê nivîsiye weku ala, hêzên leşkerî û şêwazê rêvebirina deverê.