
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta hilbijartina desteya nû ya serokatiya parlementoya Iraqê peyameka pîrozbahiyê ragihand.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Bi helkefta hilbijartina bi Serokê Encumena Nûnerên Iraqê pîrozbahiyê li birêz Mihemed Elhelbûsî, her wiha li her du cîgirên yekem û duyemê Serokê Encumena Nûneran birêzan Hakim Zamlî û Şaxewan Abdulla dikim, hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Hêvîdarim hilbijartina desteya Serokayetiya Encumena Nûnerên Iraqê bibê destpêka proseyeke siyasiya dirust li welat ku komkerê hemû hêz û alî û pêkhatên welat bê û Iraq ber bi qonaxeke nû ya li aramiya siyasî û karkirina pêkveyî pêşkêş bike bi navê xizmetkirina zêdetir û niha û paşerojeke baştir ya ji bo welatiyan.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê