Civak

Virusa Corona gihîşt Bakûrê Kurdistanê

Nexweşxaneya Ozala bajarê Wanê ji ber gumanên nexweşiya virusa Corona hate dorpêçkirin.

Li gor zanyariyên ne fermî du Koreyî ji ber nexweşiya bêtaqetî û bêhaliyê serdana nexweşxaneya Ozalpa bajarê Wanê kirin, lê piştî serdana wan ya nexweşxaneyê hatin û derketina nexweşxaneyê hatiye qedexekirin û nahêlin kes nêzîkî nexweşxaneyê bibe. Her wiha hemû kesên ku li nexweşxaneyê de mane, maskeyên tendirustiyê li ser wan hatiye belavkirin.

Her du hemwelatiyên Korî li rêya Îranê ve serdana bajarê Wanê kirine. Wekî ku tê zanîn jî hatin û çûna Çînê bi tenê li ser rêya Îranê re heye û wekî din hemû welatan hatin û çûna Îranê bi awayeke demkî qedexekirine. Lê belê dewleta Îranê amadekiriyên festîwala Çînê kiriye û hejmareke zêdeyê Çîniyan serdana Îranê dikin.

 

Back to top button