Polîtîk

Serok Barzanî bi Parêzger û Cîgirên Parêzgerên Iraqê re civiya

Roja çarşem 12.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeş ya Parêzger û Cîgirên Parêzgerên Parêzgehên Nînowa, Kerkûk, Bexda, Enbar, Dîwaniye, Zîqar, Selaheddîn, Wast, Mîsan, Necef, Kerbela, Besra, Diyalî, Musenna û Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ku Rêber Ehmed Wezîrê Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dr Sebah El Dilêmî Wezîrê Plandanana Iraqê amade bûn, şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo aramî û geşbûn û pêşketinên Herêma Kurdistanê hebû û daxwaz kirin ku ezmûna serketiya Herêmê ji bo parêzgehên dinê Iraqê jî bê veguhestin. Her wiha spasî gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêmê kirin ku di dema êrîşa terorîstan û li rojên dijwar da bûne penageha sedan hezar koçberên Iraqê. Amadebûyên civînê pesnê rola dîrokiya Serok Barzanî dan û ji bilî wê yekê balkişandin li ser qeyrana niha ya Iraqê û daxwaz kirin ku Serok Barzanî roleke xwe ya bi bandor li çareserkirina kêşeyên Iraqê û vegerandina aramî û hêviya Iraqê de hebê.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyên civiyê kir û dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê rewşa siyasiya Iraqê xisterû û ronahî jî xiste ser wan sedeman ku qeyran û kêşeyên niha yên Iraqê pêkhatine. Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser ezmûna serketiya Herêma Kurdistanê, ragihand ku eger li Iraqê da aştevayî ya rastîn bihata peyrew kirin û hemû aliyek pabendî destûrê ban niha Iraq li rewşeke baştir de dibû. Li dirêjahiya axaftinên xwe de Serok Barzanî tekez li ser çanda lêborînî û pêkvejiyana di navbera pêkhatên Iraqê kir û di derbarê peywendiyên di navbera Herêm û parêzgehên Iraqê piştevaniya xwe ya tevahî ji bo pêşxistina wan peywendiyan û karê hevbeş li warê geşepêdan û avadankirina wan de ragihand.

 

Back to top button