Vêca milet biryarê dide
Enqere – Parlementoya Tirkiye civînên xwe yên di derbarê guhertina beşek ji destûra bingehên temam kirin. Herî dawî îro berê sibehê dengdan li ser tevitiya paketê hate kirin. Ji berî dengdanê serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan civînek parlementerên Ak-Partiyê re pêkanî û ji wan xwest dive ew bi tev dengê xwe ji bo qabûlkirna pakêta guhertinan bidin.
Di dengdanê de paketa guhertinên destûrê 336 deng girtin û hate qebûl kirin. Niha dê ev biryara parlementoyê here ber destê serokkomar, piştî erê kirina serokkomar dê here referandumê. Yanî herî dawî dê biryar bibe biryara millet.
Heger van guhertinan di dengdana parlementoyê de 367 deng bigirtan, wê ne hevceyê referandumê bûya. Dixweyê di referandumê de wê CHP,MHP û BDP (li gora axaftinên xwe yê şevîdin û herweha li gora helwesta wan di prosesa civînên parlementoyê di vê derbarê de) dijê qebûlkirina paketa guhertinan kar bikin.