Polîtîk

Flautre:Min helwesta BDP-ê fam nekir

Bruksel – Hevseroka komisyona parlementoya hevbeş ya Tirkiye û Ewropa Helene Flautre, daxuyaniyekî de, got ku, me helwesta BDP-ê ya dijê girtina partiên siyasî deng nedayê fam nekir. Flautre da xûyakirin ku, wê gelekî zehmetbê BDP vê helwesta xwe ji xelkêre bêje. Helene Flautre di vê derbarê de got: “ Di vê paketa gunertinên destûrê de gelek kêmasî hene û em vê dizanin.Lê di welat wek Tirkiye de, di derbarê girtina partiyan de tecrûbeyên tehl hene.Ji bo vê jî BDP-ê gerek cepheyek dijê guhertinan de cîh negirtibûya. Ez bawerim dê zehmet bê ku BDP sedema vê helwesta xwe ji xelkêre bêje.“

Herweha cîgirê gruba Lîberala di parlementoya Ewropa de Alexander Graf Lambsdorff jî got ku, me diviya xala girtina partiyên siyasî zehmet bike bihata qebûl kirin. Alexander Graf Lambsdorff got: “ Min bi xwe sedemê vê helwesta BDP-ê famnekir“

Back to top button