Cîhan

Di hilbijartinên Îngilstanê de kurdek bû parlamenter

Li Îngilistanê roja 6ê gulanê hilbijartina giştî pêk hat. Rêjeyeke bilind welatiyên îngilîstanê ji bo ku 650 parlamenteran diyar bikin çûn ser sendoqên dengdanê. Encama hilbijartinê de diyar bû ku kurdek jî bi ser ket û bû parlamenter. Nahdîm Zahawî ku ji başûrê Kurdistanê bajarê Xenaqînaye, di partiya Muhafazakar de ket hilbijartinan û bi rêjeyek bilind serket û bû parlamenter.

Zahavî di partiya Muhafezekar de li herêma Stratford-on-Avonê bû berendam. Di hilbijartina 6ê Gulanê de ji sedî 51,5 deng girt û bû parlamenter. Hêjayê gotinê ye ku, Zahavî ji hemû endamên partiyên din pirtir deng girt.

Li Îngilistanê yekemîn care ku Nahdîm Zahawî wek kurdekî dibe parlamenterê Îngilistanê. Li herêma ku Zahawî lê berendam bû kurd nebûn. Ew bi zîrekî û têgeha xwe ya xizmetê ya berbiçav bi ser ket.

Tê çaverî kirin ku di meclîsên şaredariyan de hejmara endamên kurd hîn zêde bibe.

 

ANF

Back to top button