Polîtîk

YNK bi şer ber bi kongereyê ve diçe.

Yakêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)  bi arîşe û nakokiyên kûr û mezin ve ber bi kongeya xwe ya sêyem ku, biryare di yekê xizîrana îsal de bê sazkirin, diçe. Çend roja kongereyê nêzîk dibe, hewqas şerê mediyayê di navbera endamên serokatiya YNKê de germtir dibe. Ji aliyekî şerê Kosret Resûl cîgirê yekem yê Talebanî û Mela Bextiyar endamê serokatiya YNKê û serokê rêxistinên cemaeriyên ser bi Yekêtiyê ve û ji aliyekî din şerê navbera Îmad Ahmed berpirsê rêxistina merkezî û Erselan Bayîz endamê serokatiya YNK û cîgirê serokê parlamentoya Kurdistanê, gerim dibe.

Li gor nûçeyeke Awêne, Her ji nuha Mela Bextiya û terefdarên wî bi alîkariya Celal Talebanî hewil didin ku Kosret Resul xwe di kongereyê de ji bo serokatiyê namzed neke. Li Hemebr vê mihawileya mela Bextiyar, Kosret Resul jî tehdîd kirye ku ew dê îstîqalê ji YNK bide û dê kutleyeke serbixwe ava bike. Ji bo razî kirina Kosret, Celal Talebanî pêşniyar kiriye ku her du kurên Kosret bîne pêş. Bi vî awayî Celal telebanî dê hevrikê xwe yê serke (Kosret Resul) ji YNKê dûr bike.

Herwesa Celal Talebanî sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê hewil dide ku terefdarên xwe razî bike da ku kurê xwe Qubad û jina xwe Hêro bo serokatiya YNKê hilbijêre.

Astenga mezin li pêşiya Celal Talebanî ku xêzana wî bi seroaktiya YNKê serkefe Kosret Resul e. Ev jî yek ji wan sedema ye ku Talebanî hewil dide Kosret dûr bike û Hêro Îbrahîn bike cîgira xwe.
 
Şalaw Elî Eskerî endamê serokatiya YNKê li dor vê yekê dibêje ku, her ji sala 1976ê û vir de Hêro dinav şoreşê û di nav pêşmerge daye, jineke zîrek û bi îmkan e, mafê wê jî heye ku bibe endama serokatiya YNKê.
Li gor hin çavkaniyan pilana Celal Talebanî û terefdarên wî bi vî awayî ye:

1- Kosret Resul ku minafisê sereke yê Celal Telebanî ye û xelkê Hewlêrê ye ji YNK dûr bikeve

2- Celal Talebanî li Bexdayê serokomar be

3- Hêro Îbrahîm bibe cîgira sekreterê giştiyê YNK û li Kurdistanê berpirsa yekê ya YNKê be

4- Berhem Salih jî ku, cîgirê duyem yê Talebanî ye, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê be.

Back to top button