Civak

Mîranî: Rola şirketên Tirkî li Kurdistanê girînge

 

Li gora nûçeya Kurdistan Tv, Sekreterê Mekteb siyasiya PDK-ê Fazil Mîranî pêşwaziya Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê Aydin Selcen kir.

Di hevdîtinê de Mîranî vekirina Konsulusxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê bi pêngaveke girîng wesif kir û ragihand ku ev ye dibe sedema hîn bihêztir bûna peyvendiyên heyî yên di navbera her dû welatan de.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkêşande ser rola kompaniyên Tirkî yên li Kurdistanê û diyar kir ku, ev kompaniyên han di nujen kirina Kurdistanê de xwedan roleke gelek girîngin.

Di berewamiya hevdîtina han de Aydin Selcen jî diyar kir ku, di demeke nêz de geştên asimanî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de dest pê dikin.

Back to top button