Civak

Hikûmeta Kurdistanê parastina mesîhiyan ji wezîfeya xwe dizane

      

Hewlêr – Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistsnê pêşwazî li şandeyeke zanayên ola mesîhiyên devera Başîqe, Bertele, Behzanê û derdûrên Mûsilê kir.

Di dîdarekê de şandeya zanayên ola mesîhî li hember wê piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo mesîhiyên devera deşta Neynewa dike û wan ji êrîşên terorîstan dikin, sipasiya hikûmeta Kurdistanê kir. Herwesa şandeya mêvan sipasiya serokatiya herêma Kurdistanê kir ji bo ku erkê çaresekirina birîndarên kiryara terorîstiya vê dawiyê kul i dijê xwendekarên zanîngehê hat bû encamdan, girtiye ser xwe û ji bo çarseriyê şandine Tirkiyeyê, sipas kir.

Zanayên ola mesîhî rola pêşmerge di parastina masîhiyan û hevwelatiyêndeverê de bilind nirxand daxaz kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê xizmetên zêdetir pêşkeşî deverê bike.

Berwarî ji aliyê xwe ve tekîd kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê handana pêkvejiyana olî û netweyî li Kurdistanê û Îraqê diek. Hikûmeta herêma Kurdistanê ji wezîfeya xwe dizane ku parastin û hevkariya mesîhiyna li dijî gef, şidet û terorê bike.

Her duhî li Hewlêrê Azad Berwarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li metran Avak Asaduryan metran û serokê ermeniyan li Îraqê kir

Serokê tayfeya ermenan pesna pêşketn û xweşjiyana herêma Kurdistanê ya hemû pêkhatên neteweyî û olî kir.
Serokê tayfeya ermenan daxaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku bo wan malbatln ermen yên ji deverên din yên Îraqê ji ber teror û şidetê reviyan eherêma Kurdisatanê derfetê jê re peyda bikin ku bizimanê ermenî bixwînên û çalakiyên xwe yên kuêturî encam bidin.

Cîgirê serokê hikûmetê got ku hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser daxazên şandeya mêvan lêkolînê bike û yên ku di Îmkanan de bib dê cîbicî bikin.

Back to top button