Polîtîk

Mercê kurda ji bo hukumeta nu pirsa Kerkûk e

 

Endama lîsta hevpeymanîya kurdistanî Asiya Ehmed da xuyakirin, ku heta maddeya 140 nehê cihbicihkirin hevpeymanîya Kurdistanî nakeve nava hevpeymanîya Îtilafa Dewleta Qanûnê û Îtilafa Niştimanîya Iraqî de. Asiya Ehmed got, ku bi tevî hebûna hevpeymanîyeka stiratejîk di navbera kurd û Îtilafa Niştimanî de, belê mercê hevpeymanîya kurdistanî ew e, ku maddeya 140 bihê aktîvkirin.

Asiya Ehmed weha jî da nîşandan, ku ev hevpeymanîya navbera Îtilafa Dewleta Qanûnê û Îtilafa Niştimanîya Iraqî giring e, da ku sarîya siyasîya navbera fraksiyonên siyasî nemîne.

Asiya Ehmed got, ku ev hevpeymanîya navbera herdu Îtilafên Iraqî pêdivê bû, da ku hukûmeta nû ya Iraqê pêk bihê û da ku mezintirîn fraksiyona nava parliyamentê jî pêk bihê.

Di beşekî dinê vê bêjedana xwe de Asiya Ehmed got: “ Pêwendîyeka stiratejîk di navbera hevpeymanîya Kurdistanî û Îtilafa Niştimanîya Iraqî de heye. Belê hevpeymanîya Kurdistanî nakeve nava hevpeymanîya wê û Îtilafa Dewleta Qanûnê de, heta maddeya 140 nehê aktîvkirin.

Asiya Ehmed weha jî got: “ Bi cihanîna maddeya 140-ê mafekî destûrîyê gelê kurd e. Heger maddeya 140-ê nehê aktîvkirin jî, dê hevpeymanîya Kurdistanî hevpeymanîyê bi fraksiyonên din re saz bike.

Back to top button