Civak

Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê Serdana Baydemîr Kir

 Diyarbekir – Bi Serokatiya Berpirsê Liqa 1 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Dihokê Serbest Lezgîn, şandeke ku ji 15 kesan pêk dihat, serdana Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr kirin.

Şanda PDKê,, ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Osman Baydemîr û Wekîlê Serok Metîn Kilavuz û Şêwirmendê Şaredar Dr. Îlhan Dîken ve hat pêşwazîkirin. Li ser navê şandê Berpirsê Liqa 1 ya PDKê Serbest Lezgîn, axivî û Kurdên di dema 1988an ji ber rejîma Sedam reviyan û li Mûş, Diyarbekir û Qoserê di kampan de bi cih bûbûn bîr xistin û da zanîn ku di wan demên zor û dijwar de gelek hevwelatiyan jiyana xwe ji dest dane.

Serbest Lezgîn, daxwiyand ku bi armanca serdana xizmên wan kesan û hevalên wan ên xebatê hatine Diyarbekirê û got: “Destpêkê me serdana kampan kir. Me serdana 420 goristanên li Mûşê û yên li Deriyê Mêrdînê kirin. Di heman demê de ji bo sererastkirina van goran me bi xwe re mirovên ji teknîka goran fêm dikin anîn, bo vê mebestê jî em dixwazin amadekariyan bikin.” Sîndorî, bibîrxist ku di demên wan ên herî zor û dijwar de gelê Mûş, Diyarbekir û Qoserê xwedî li wan derketine û sipasiya kesên alîkarî dane gelê Başûr kir.

Ji bo avakirina pêşerojê divê paşeroj neyê jibîr kirin
Baydemîr jî, ragehand ku bi vê serdanê pir kêfxweş bûne û wiha axifî: “Gelek caran mirov bi qasî ji ber xemgîniyê ji ber kêfxweşiyê jî ji hundir ve diêşe. Niha ji ber kêfxweşiyê ez di nava hêstên cuda de me. Herwiha ji bo avakirina pêşerojê dıvê paşeroj neyê jibîrkirin û bo serarastkirina gorên li Diyarbekirê jî çi ji destê me bê emê bikin.”

Serbest Lezgîn, wek diyarî sêniyek da Baydemîr. Baydemîr jî, çenteyên diyarî d’ wan de ji hemû mêvanên xwe re pêşkêş kirin. Şandê piştî serdana Baydemîr, wêneyên bîranînê kişandin.

 

 

(Rûdaw)

Back to top button