Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwazî li serokê biçûk kir

Roja pênçşemiyê 06.05.2010ê birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li serok Îbrahîm, ew zarokê ku piştî hilbijartina serok Barzanî bo postê serokayetiya herêma Kurdistanê nameyek pêşkêşî birêz Barzanî kiribû û têda hez û hêviyên xwe bi dîtina Kurdistanê û serokê Kurdistanê diyar kir bû, kir.

Di bersîva vê nameyê da serok Barzanî daxwaz jê kir bû ku bê  Kurdistanê û ji nêzîk ve bi hevdîtina wî şad bibe.

Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi hevdîtina vî zarokê Kurd derbirî ku aşiqê Kurdistanê ye û spasî malbata wî jî kir ku bi wê ruha Kurdperweriyê zarokên xwe perwerde kirine.

Bavê serokê biçûk jî ji bo wê pêşwaziya germ û bi cîh anîna hêviya kurê xwe yê biçûk spasî serok Barzanî kir û hêviya temen dirêjiyê jî ji bo wî xwest.

Hêjayî gotinê ye ku serokê biçûk Îbrahîm zarokekî heft saliye û xelkê Şinoyê rojhilatê Kurdistanê ye û nîştecihê welatê Fînlendayê ye.

Back to top button