Cîhan

Vê carê radyoyên Hizbullahê teqiyan: Herî kêm 3 kes mirin û 100 birîndar bûn

Îsraîlê li nêzî Beyrûta paytexta Lubnanê radyoyên fermandarên Hizbullahê kirin armanc. Çavkaniyekî ku ji AFP’ê re axivî, got ku li Beyrûtê keleha Hizbullahê teqiyan. Medyaya dewleta Lubnanê ragihand ku herî kêm 3 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku di encama teqîna alavên radyoyê de agir bi hin mal û wesayîtan ketiye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reuters`ê ya Brîtanî, çavkaniyekî ewlehiyê û şahidekî vê bûyerê ragihand ku îro piştî nîvro li başûrê vî welatî û taxên başûrî yên paytaxt Beyrûtê alavên ragihandinê yên ku ji aliyê gurûpa çekdar a Hizbullaha Lubnanê ve bi kar dianîn, hatin teqandin.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku yek ji wan teqînan di dema merasîma cenazeyên 4 endamên Hîzbullahê yên ku duh di encama teqînan de jiyana xwe ji dest dabûn li Beyrûtê pêk hat.

Çavkaniyekî ji Reutersê re got, Hizbullah radyo di heman demê de bi pageran kirîn. Wî got ku radyoyên destî yên ku teqiyan, berî 5 mehan hatibûn kirîn, her wiha wek pagerên ku duh teqiyan. Çavkaniyan diyar kirin ku piraniya birîndaran ji zikê xwe û destên xwe birîndar bûne.

Medyaya dewletî ya Lubnanê ragihand ku di encama teqîna alavên bêtêlê de li bajarokê Sohmor ê li Geliyê Bekaayê 3 kes mirin. Hat diyarkirin ku di encama teqîna alavên radyoyê de agir bi hin mal û wesayîtan ketiye (Navenda Nûçeyan)

Back to top button