Mesrûr Barzanî: Hikûmet bi hemû hêza xwe bo baştirkirina rewşa tendirustiyê hewl dide
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê kevirê bingehîn ê pirojeyekî girîng danî, ku mezintirîn nexweşxaneya dermankirina penceşêrê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo danîna kevirê bingehîn yê wê projeyê nîşan da û got ku, nexweşxane dê bi kalîteyekî pêşketî were avakirin û bikeve xizmeta hemwelatiyên Hewlêr û Kurdistanê.
“Çend nexweşxaneyên me yên penceşêrê li Herêma Kurdistanê hene ku xizmeta welatiyên me dikin û nexweşên derveyî Herêma Kurdistanê bi taybet ji navçeyên din ên Iraqê ji bo dermankirinê tên cem wan. Ji ber vê yekê ez spasiyên xwe pêşkêşî hemû bijîşk û xebatkarên van nexweşxaneyan dikim ku bi erkên pîroz û însanî radibin.”
“Sektora me ya tenduristiyê hîna hewcedariya gelek xizmet û reforman e. Di destpêka desteya wezîran de, reforma sîstema tenduristiyê yek ji yekem hewldanên min bû. Her wiha di warê rêzikname û kalîteya dermanan de gavên girîng hatin avêtin.”
Serokwezîr di beşeke din ji axaftinên xwe de got: Pêwîste kertê giştî û taybet bi hevsengî pêş bikeve, di warê tendirûstiya giştî de qalîte û asta xizmetguzariyê baştir be, welatî di nexweşxaneyên giştî de xwe rehet hîs bikin. Di vî warî de me hin gavên pratîk avêtine û me talîmat da ofîsa min ku bi hemahengiya Wezareta Tenduristiyê re çend nexweşxaneyên sektora giştî wekî projeyên pîlot pêş bixin.”
“Rêjeya penceşêrê li vê herêmê wekî dinya din zêde bûye, ji ber vê yekê divê em bi baldarî bixebitin da ku sedemên enfeksiyonê kêm bikin û baştirîn derman ji nexweşên xwe re peyda bikin. Em hêvî dikin ku sektora taybet û welatî li gorî xwe alîkariya fona bikin.” kêrhatî. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe ji bo baştirkirina rewşa tendirustiyê û bilindkirina ast û kalîteya nexweşxane û navendên tendirustiyê yên me dike. Li Herêma Kurdistanê kapasîteya me ya zanistî û pizîşkî ya baş heye û pizîşkên me yên gelek baş hene ku dikarin baştir xizmeta welatiyan bikin.”