Em di destpêka qonaxeke nû ya şer de ne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê ragihand ku bala wan li ser eniya Libnanê ye û di şer de qonaxeke nû dest pê kiriye.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Îsraîlê, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant serdana bingehekî leşkerî ya hewayî li nêzîkî bajarê Heyfayê yê bakurê Îsraîlê kir. Gallan daxûtaniyek da û got: Em bi giranî nawendên xwe ber bi bakur ve dibin. Em hêz, çavkanî û enerjiya xwe ber bi bakur ve dibin. Em di destpêka qonaxeke nû ya şer de ne. Divê em xwe biguncînin. Divê em bi demê re hevgiriyê nîşan bidin. Ji bo vî şerî cesaret, biryardarî û israra mezin divê.”
Gallant amaje bi wê yekê kir ku armanca êrişa Îsraîlê ya li bakur ew e ku welatiyên Îsraîlî yên hatine derxistin bi silametî vegerin malên xwe.
Gallant dazanîn ku wan dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê ji bîr nekirine.