Polîtîk

Ûrdin konsolxaneyê li Hewlêrê vedike

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di çarçoveya serdanan xwe de bo çend welatekên erebî, duhî bi serdaneke fermî gihişte Umana paytexta Ûrdinê û ji aliyê şah Ebdulayê duyem şahê Ûrdinê ve hat pêşwazî kirin.
Di civînekê de serok Barzanî û şah Ebdulayê duyem tekîd li ser xurtkirina têkeliyan di hemû waran de, navbera Îraq-herêma Kurdistanê û Ûrdinê kir.

Herwesa di civînê de şah Ebdulayê duyem şahê Ûrdinê piştevaniya welatê xwe bo aramî û îstîqrar Îraqê dupat kir û got ku Îraq bingeha aramî û tenahiya deverê ye.

Di civîna navbera serok Barzanî û şah Ebdulayê duyem de biryar hat dan ku Ûrdin konsolxaneya xwe li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê veke.

Serok Barzanî di axaftian xwe de piştgîtiya berdewam ya Ûrdinê ji bo Îraqê di cî û waran cihê de yên ku cîyê giringiya her du aliyan e û bi taybetî mekanîzma aktîvkirina peymana dualî di warên bazirganî, aborî û reşwnbîrî de bilin nirxand.

Her li Umanê şah Ebdulayê duyem şahê Ûrdinê bi amadebûna Semîr Refayî serokwezîrê Ûrdinê, Nasir Lozî serokê dîwana qiraltiya Ûrdinê, Nasir Cewde wezîrê derve û hijmareke mezine berpirsên Ûrdinê mêvandariyeke nan xwarnê ji bo serok Barzanî û şandeya pê re amade kir.

Weke tê zanîn Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê piştî Ûrdinê dê bi serdaneje fermî ber bi Misrê ve bi rê bikeve.

Back to top button