Nivîsar

Turk PDKê bi “xiyanetê“ itham dike!

Li Quserê Ahmet Turk tevlî civineka rêxistinekî girêdayê PKKê bû. Turk li vê dere axavtinek kir. Turk di axavtina xwe de behsa pêwistiya yekitiya Kurda kir û herweha bi sedema êrîşên Tirkiye li başûrê Kurdistanê behsa PDKê jî kir û kîna di dile xwe de fereşîya. Turk bi temamî deve PKKî yek xirab behsa PDKê kir û vekirî got ku, PDK xiyanetê dike.

Di beşek axavtina xwe de got: Îro roja yekitiyê ye , em naxwazin wek bere xiyanet bikeve nava Kurdan de. Turk behsa helwesta PDKê jî kir û got: “ Îro em vê xiyanetê dibinin.Her kî be xiyanetê li gele xwe bike, dê rojekê hesabê vê bide.Ji bo vê yeke ez dibêjim ku, li himber yekitiya Kurdan nebin asteng.Em baş dizanin gele başûr li dijê van êrîşaye.Li dijê xiyaneta PDKê ne jî. Ji bo vê gerek em di hemû qadan de li dijê vê xiyanetê derkevin. “

Ev dîtina Ahmet Turk e, mixabin gelek siyasetmedar û kesayetên kurd ku, siyaseta PKKê rast nabînin Ahmet Turk wek kesayetek erênî dinirxînin. Herweha ji bo vê yeke jî gelek kes rêzê li Ahmet Turk digrin û behsa wî wek kesayetek Kurd û niştimanperwer dikin.

Lê mixabin tiştek jî ku, PKK  dikare xelkekî  bixapîne ev yek bi xweye. Her kesê bi awayekî tevlî PKKê bibe mecbûre îrada xwe radestî PKKê û Ocalan bike û siyasetê jî di çerçova berjewendiyên PKKê de bike. Yên wek Ahmet Turk gelek cara dikarin kesayeta xwe ya rast veşêrin û wek kesayetek erênî xwe bidin nasandin û da ku bikaribin carê kêmasiyên PKKê veşêrin û bi vê tektîkê xelkekî bixapînin. Lê dema li gora wan pêwist be dinanê xwe dertêxin û rastiya xwe eşkere dikin.

Ahmet Turk gelek caran erênî behsa PDKê kiriye û siyaseta PDKê ji bo Kurdistanê û gele Kurd wek siyasetek serkeftî nirxandiye. Lê îro bê ku şermê ji xwe bike PDKê bi xiyanetê itham dike . Turk di siyaseta xwe de ne kesayetek xwedî baweriyek serbixweye û ew jî wek her kesek di nava PKKê de, dîlê siyaseta PKKê ye.

Ji berî her tiştekî PDKê bi xwe gelek qedrê Turk digirta û ew wek kesayetek erênî dinirxand û rastî jî her demî pêşwaziyek gelek germ li Turk dikiran. Lê îro Turk bê ku şermê ji xwe bike, wek cahilekî PKKê radibe behsa xiyaneta PDKê dike.

Bê guman gelek tişt hene ku, mirov behsa kesayeta Ahmet Turk û rolê wî yê xirab bike. Lê ev nivîs ne cihê wêye û ji xwe jî hewce nake mirov behsa van kesên ku bi awayek dûrûtî siyasete dikin bike. Lê gerek bi awayekî rastiya Turk jî bê ditin û li gora wê jî bihayê wî bê kifşkirin.

Sed heyf û mixabin heta wek vê gavê ew siyaseta qirêj a PKKê baş ji aliye gelek kesan ve nehatiye fam kirin û li gora wê jî qedrê yên wek Ahmet Turk gelek tê girtin û heja hêviyek jî, jê tê kirin.

Siyaseta PKKê qirêj be ,kesayetên wê rêvedibin û xizmeta wê siyasete dikin nikare pakij bin.

Pêşiya gotiye: “ Ban qul be binban şile“

25.4.2022

Nêrîn / Şirove

Back to top button