CîhanRojev

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Macron kir

Serokê Herêma Kurdistanê NêçîrvanBarzanî bi minasebeta hilbijartina Emmanuel Macron wek Serokê Fransayê ji bo cara duyem, pîrozbahî lê kir û got: “Ez bi hêvî me ji nêzîk ve bi Macron re kar bikim.”

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartina serokatiya Fransayê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi bidestxistina piraniya dengan berbijêra rastgir Marine Le Pen şikest daye û bo cara duyemîn wek Serokkomarê Fransayê hatiye hilbijartin.

Li gor agahiyan, Macron di navbera %57 heta %58,5ê de deng bidestxistine û Marine Le Pen jî di navbera %41.5 heta %43 de deng bidestxistine.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de li ser tora civakî ya Twitterê serkeftina di hilbijartinan de li Macron pîroz kiriye û ragihandiye, “Pîrozbahî li hevalê xwe Emmanuel Macron dikin, bi helkefta dubare hilbijartina wî wek Serokê Fransayê.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje, “Çavê me li vê yekê ye ku ji nêzîk ve pê re kar bikin, bi armanca berfirehkirina peywendiyên me û xurtkirina hewldanên ji bo aştiyê û seqamgîriyê li navçeyê.”

Back to top button