
Berpirsekî YNKê ji aliyê PKKê ve hatiye revandin û YNK newêre tiştekî li ser wê yekê bêje!
Çend roj berê berpirsekî YNKê bi navê Mihemedşa Merwan, ku cîgirê berpirsê melbenda wê partiyê ye li devera Raperîn ya Herêma Kurdistanê, ji aliyê çekdarên PKKê ve hat revandin.
Li gorî agahiyan, ew berpirsê YNKê bi pasewanekî xwe ve çûbû nav baxê xwe li gundê Rejîkerê li bintara Qendîlê lê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibûn revandin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, heta niha ti berpirsekî YNKê li ser revandina wî berpirsê xwe tiştek negotiye.
Çavdêrên siyasî dibêjin, YNK ji tirsa karvedana PKKê newêre tiştekî bêje.
Heta niha nayê zanîn PKKê çima ew berpirsê YNKê revandiye lê li gorî agahiyên BasNewsê, pêwendiyên YNK û PKKê aloz û xirab bûne, bi taybet piştî hevdîtina veşartî ya Bafil û Qubad Talebanî bi berpirsên MÎTa Tirkiyê re ku tê gotin li dijî PKKê bûye.