Ehmed Turk dibêje, em pîrozbahiyê li Nêçîrvan Barzanî dikin bi mebesta berbijêrkirina wî ji bo kursiyê serokê Herêma Kurdistanê.
Ehmed Turk di daxuyaniyeke taybet de ji malpera KDP.info re ragihand: “Nêçîrvan Barzanî kesekî jêhatî û hêja ye ji bo kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê. Em hêvîdar in cenabê wî rola xwe bibîne di diyaloga di navbera Kurd û Kurdan de, ji ber ku niha alozî di navbera Kurdan heye û em di wê baweriyê de ne ku ew dikare roleke baş bilîze di çareserkirina aloziyan de û di avakirina hizreke hevbeş di navbera me hemûyan de.”
Wî siyasetmedarê Kurd wiha got, Nêçîrvan Barzanî çendîn sal e ku di nava siyasetê de ye û xwedê kesayetiyeke siyasî pir baş e û divê wê siyasetê bo gelê Kurd bikar bîne.
Di rastiya xwe de ev daxûyaniya Ehmet Turk cihê nirxandinek taybete. Lê ya herî girîng ewe ku gelo siyasetmedarên PKK/HDPê heta çi radeyê di gotinên xwe de samimî û dirustin.? Wek din Turk dibêje: Nêçîrvan Barzanî
xwedî kesayetiyeke siyasî pir baş e û divê wê siyasetê bo gelê Kurd bikar bîne.
Nêçîrvan Barzanî hemû jîrbûna xwe û siyaseta xwe ji bo gelê kurd bi karaniye. Eger Turk heta vê gavê ev yek fam nekiribe, dê çewe bikaribe siyaseta Nêçîrvan Barzanî binirxîne.?
Malpera KDP.info, pirsek jê kiriye û wî jî ev bersiv daye dê mirov çi bêje..?