Civak

Nêçîrvan Barzanî: Dr. Cemal Nebez bi berhemên xwe dê zîndî bimînre

Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi boneya koça dawiyê ya pirefesorê kurd, Cemal nebez, di peyameke sersaxiyê da ji malbat, dost û hevbîrên mamoste Cemal Nebez re sersaxiyê dixwaze û dibêje ku berhemên xwedêjêrazî dê hertim bi zîndî bimînin.

Teksta peyamê:

Ji bo malbata xwedêjêrazî pirefesor dr. Cemal Nebez

Mixabin, îro me nûçeya koça dawiyê ya bîrmend, zanistkar û nivîskarê navdarê neteweya me pirefesor dr. Cemal Nebez, bihîst.  Bi vê boneya xemgîn, em ji we yên birêz re û ji hemû, xizim, dost û hevbîrên mamoste Cemal Nebez re sersaxiyê dixwazin, ji Xwedayê mezin daxwaz dikin ku sebir û tehemulê bi hemû aliyan bide. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona her hevkarî û alîkariyeke di warê mersimên veşartian cenazê de amade ye.

Mamoste Cemal Nebez, zanistkarekî mezin yê gelê me bû, di bizava hizrî û ramiyariya kurd da di warê nasandin û piştevanîkirina şoreşên Kurdistanê da û daxwazên rewayên miletê me li diyaspora û li nawendên rewşenbîrîyên Ewropayê de, herwesa di bilavkirina bîr û hişiyariya neteweyî de roleke ber bi çav hebû.

Kitêb û berhemên wî yên  di warê hizrî, rewşenbîr û zimanî de, wisa dikin ku yad û navê pirefesor dr. Cemal Nebez hertim bi zîndî bimîne. Yada wî bi xêr be.

Nêçîrvan Barzanî

Serowkezîrê herêma Kurdistan
08.12.2018
 

Li van ji binere

Developed and maintained by:

Back to top button