Polîtîk

Turk desthilata başûrê Kurdistanê `rexne` dike!

Serokê Şeredariya Mêrdînê Ahmet Turk tevlî bernameyeka Halk TVê bû. Halk TV kanalek a CHPê ye. Turk di derbarê pêvajoya ku ihtimale cardin ji bo “çareseriya pirsa Kurd“ bê destpêkirin dîtinên xwe gotin.

Di bernameyê de pirsek bi vî awayî ji Turk hate kirin:

Pirs: Di vê pêvajoya ev pêşhatên dawî dibin, Nêçîrvan Barzanî bi serdanekî hate Tirkiye, li gel Wezirê Derve serokê MITê û Serokomar civiya, gelo hun bawer dikin ku di pêvajoya “çareseriyekî“ de Barzanî rolekî bileyze?

Ahmet Turk: Ez bawer nakim bikaribe rolekî bileyze. Ez bawer nakim tu rolekî wî çêbe.Dema em berê didin Iraqê û herêma Kurdistana Iraqê em dibinin ku, ew bi germî li pirsa kurd nanêrin,(behsa NB dike ) rewşa wan gihatiye radeyekî xelk ne memnunin gelekî berteka nîşandikin..

Em dibînin ku, bi awayê reveberiya xwe ji aliyê xelkê ve gelek têne rexnekirin. Çi dibe çi nabe ez nizanim, lê ez bawer nakim ku, bi Barzanî pêvajoyek bê destpêkirin de tu rolê wî hebe. Qet vê bawer nakim.

Back to top button