Civak

Li Sêwasê bi pileya 4,7 erdhejek pêk hat

Piştî erdheja ku duh li Meletiyê bi lerza 5,9an pêk hat vê carê jî Sêwas hejiya. Li gor AFADê li Sêwasê erdhejeke bi lerza 4,7an pêk hat. Sêwas tenê 10 deqe piştî vê erdhejê bi pileya 4,1 erdhejek din pêk hat.
Ji teref Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afet û Lezgîn (Afad) ve daxuyaniyeke deqeya dawîn derbarê erdhejê de hat dayîn. Piştî erdheja bi lerza 5,9 ku duh li Meletiyê pêk hat, Sêwas vê carê jî hejiya. Li gor daneyên AFADê erdhejeke bi lerza 4,7an pêk hat ku navenda wê navçeya navendî ya Sêwasê ye. Erdheja ku di saet 11.29an da hat qeydkirin 10.57 kîlometro di bin erdê da di bin erdê da çêbû.

Li aliyê din Rasatxaneya Kandîlliyê ku navenda erdhejê navçeya Akpinar a Sêwasê ye, mezinahiya erdhejê 4,7 û kûrahiya wê jî 3,6 kîlometre ye.


Sêwas piştî vê erdhejê tenê 10 deqîqeyan ji ber erdheja duyemîn hejiya. Di saet 11.39an de bi lerza 4,1an erdhejek pêk hat. Li gorî AFAD’ê erdhej 22,98 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Back to top button