Polîtîk

Kijan Partî bi çend berbijêra tevlî hilbijartina dibe

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) xwediyê hejmara herî zêde ya berbijêrên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ye û parêzgeha Silêmaniyê jî xwediyê hejmara herî zêde ye.

Li gor amarên fermî yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê; 1191 namzed ji bo endametiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê rikberiyê dikin.  Herî zêde namzet li Silêmaniye ne û hêjmara wan 516 in, herî kêm namzet li Helebçeyêne hêjmara wan jî 54 kesin .

PDK wek lîsteya herî mezin a parlamenteriyê 190 namzet hene. Parêzgeha Silêmaniyê bi 72 namzedan û Helebce jî bi 6 namzedan herî kêm xwedî namzet e.

YNKê li her çar herêman 172 berbijêr hene, 72 li Silêmaniyê û herî kêm jî Helebce ye.

Di rêza sêyem de Eniya Gel a bi serokatiya Lahur Şêx Cengî ye ku 123 namzed li her çar herêmên hilbijartinê hene, herî zêde li Silêmaniyê bi 45 namzedan û herî kêm jî li Helebceyê bi 3 berbijêran.

Tevgera Newe ya Nû li her çar herêman 92 berbijêr hene, herî zêde li Silêmaniyê bi 48 namzedan û herî kêm jî li Helebceyê bi 4 berbijêran.

Di hilbijartinên parlementoyê de 84 berbijêrên serbixwe hene, herî zêde li Silêmaniyê bi 32 namzedan û herî kêm jî li Helebce bi tenê namzedek serbixwe heye.

Hevpeymaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Koalîsyona bi serokatiya Mihemed Hacî Mehmûd di her çar herêman de 84 namzet hene, herî zêde li Silêmaniyê 45 û herî kêm jî li Helebce bi 6 namzetin.

Tevgera Halwest a bi serokatiya Elî Heme Salih 72 namzed ji bo hilbijartinên parlamentoyê destnîşan kirine, ku piraniya wan li Silêmaniyê bi 43 namzedan û herî kêm jî li Helebceyê bi 3 namzedan hatine destnîşankirin.

Tevgera Gorran 64 namzed hene, herî zêde li Silêmaniyê bi 45 namzedan û herî kêm jî li Duhok û Helebceyê bi 3 berbijêr destnîşan kirine.

Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li her çar herêman 63 namzed destnîşan kirine, herî zêde li Duhok û Silêmaniyê bi 22 namzed û herî kêm jî li Helebceyê bi 6 berbijêran.

Hevbendiya Niştimanî bi awayekî neçaverêkirî hejmareke mezin ji namzedan destnîşan kir, ku 59 namzed, piraniya wan li Silêmaniyê ne, bi 27 namzedan û herî kêm jî li Helebce bi du namzedan.

Komeleya Dadweriya Kurdistanê jî li her çar deveran 59 berbijêr destnîşan kirine, herî zêde li Silêmaniyê bi 32 namzedan û herî kêm jî li Helebceyê bi 5 berbijêran.

Hevpeymaniya Serdam ji aliyê Partiya Parêzgarên Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan û Rencdaran û Yekîtiya Niştimaniya Demokrat a Kurdistanê (YNK) ve hatiye avakirin û Ebdullah Hacî Mehmûd serokatiya wê dike.

Ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê 41 berbijêrên hevpeymaniya Serdamê hene ku piraniya wan li Hewlêrê 22 namzed û herî kêm jî li Helebceyê 3 namzed hene.

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên 20ê Cotmehê 35 berbijêr hene, piraniya wan li Hewlêrê 17 û tenê 3 jî li Helebceyê.

Tevgera Pêwendiyên Îslamî ya Kurdistanê bi serokatiya Kamil Hacî Elî 15 namzed hene, ji wan 6 li Silêmanî û Hewlêrê, 3 li Helebce û ti namzed li Duhokê ne.

Eniya Tirkmenî ya Iraqê bi serokatiya Aydin Merûf bi 11 berbijêran li herêma Hewlêrê beşdarî hilbijartinan dibe.

Ji bo pênc kursiyên dawî 38 berbijêr hevrikiyê dikin ku 20 ji wan Tirkmen û 18 jî Xiristiyan in. Li herêma Hewlêrê 21 berbijêr ku 14 namzedên Tirkmen û 7 namzedên mesîhî ne. Li parêzgeha Silêmaniyê 9 namzed, 6 tirkmen û 3 jî mesîhî hene. Ji bo herêma Duhokê jî 8 berbijêr hene ku hemû jî mesîhî ne.

Back to top button