“ Omer Ocalan dikare biçe Îmraliyê “
Li Tirkiye pîştî ku li Parlementoyê serokê MHPê merheba dayî berpirsên DEMê, gotubêjan di çerçoveya `pêvajoyek nû ya aşitiyê` destpêkir. Gelek berpirsên partiyan nirxandin kirin û îdiayên cur bi cur hatin kirin.
Abdurkadîr Selvî nivîskarê rojnameya Huriyeta Tirkî, di vê derbarê de nivîsek nivîsî, ku Selvî kesek nêzikî AKPê û Erdogan bi xwe ye.
Nivîsa Abdurkadir Selvî bi temamî bi vî awayiye:
Abdulkadir Selvi
Bi rastî hem Bahçelî hem jî Serokomar Erdogan gotin ku ji bo ku eniya navxweyî bi hêz bimîne destê samîmî hatiye dirêjkirin. Bahçelî got, “Lê divê tu kes di bin her şert û mercî de ne li bendê be û ne jî bifikire ku dewlet bi terorê re were ser maseyê.” Şert û mercên pêvajoya çareseriyê cuda bûn. PKK û HDP pêvajo sabote kirin. “Hûn nikarin du caran di heman avê de bişon.”
Jixwe Qendîl bi van gotinên Bahçelî û Erdogan bêzar bûbû. Ji ber vê yekê Erdogan û Bahçelî tevgereke rast kirin. Pêşî Besê Hozat û piştre jî Mustafa Karasû daxuyanî dan û gotin, “Desthilatîna Bahçelî pêwîstiya polîtîkaya şerê taybet e.”
PKK çareseriya pirsgirêka Kurd naxwaze. Ji ber ku PKKê xwe bi pirsgirêka Kurd xwedî dike. Astengiya herî girîng a li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd PKK ye. Qendîl naxwaze teror bi dawî bibe, ji ber ku hebûna xwe deyndarê terorê ye. Teror sîgorteya Qendîlê ye.
Ji ber vê yekê PKK nikare xwe fesih bike, lê Tirkiye dikare PKK-ê bêbandor bike. Me bi giranî ev yek di nav sînorên xwe de bi dest xistiye.
Lê bi banga Bahçelî ya ji Ocalan re rûpelek nû vebû.
Bahçelî got, “Serterorîstê ku dema anîn Tirkiyeyê got ‘Ez ji her cure xizmetê re amade me’bila niha bi awayekî yekalî beyan bike ku teror qediya ye û wê rêxistin bê tasfiyekirin.”
Ji ber vê yekê, di vê mijarê de pêşveçûnek heye? Ev demeke dirêj e bi Ocalan re hevdîtin nayê kirin. Birayê wî yê dawî Mehmet Ocalan di 12’ê Tebaxa 2019’an de çûbû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.
Ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji aliyê malbat û parêzeran ve serlêdanên cuda hene. Li ser navê malbata Ocalan, biraziyê wî, parlementerê Partiya DEM’ê ya Ruhayê Omer Ocalan, di 14’ê Tebaxa 2024’an de serî li Wezareta Dadê dabû û gotibû, “Ez weke biraziyê wî dixwazim di 16.08.2024’an de biçim serdana Birêz Abdullah Ocalan.”
Min bihîst ku daxwaza hevdîtinê ya Omer Öcalan tê nirxandin. Hêj biryar nehatiye dayîn ka destûr bê dayîn yan na. Lê serlêdana Omer Öcalan tê nirxandin. Tê texmînkirin ku parêzeran hevdîtin îstîsmar kirine. Ji ber vê sedemê ez ne li bendê me ku destûr ji parêzeran re were dayîn, lê dibe ku li ser navê malbatê Omer Ocalan destûr were dayîn. Bila ez wê ji nû ve binivîsim. Hê jî biryar nehatiye girtin.
Dema Devlet Bahçelî destên endamên DEM’ê hejand û piştre bang li Ocalan kir zemîneke erênî ava bû. Ger destûr bê dayîn ku Omer Ocalan hevdîtin pêk bîne, ji bo xurtkirina vê zemînê dê gavek nû bê avêtin.
Piştî wê peyama Ocalan wê girîngiyê bide. Çawa ku Bahçelî gotibû, Ocalan dê bêje “Teror bi dawî bûye û PKK hatiye tasfiyekirinEm bêjin ku, Ocalan dê vê daxuyaniyê bide,gelo dê Qendîl dê guh bide wî?
Ocalan li ser Qendîlê ne xwediyê wê hêzê ye. Ocalan di nameya xwe ya di Newroza 2013’an de li Qada Amedê hat xwendin de got, “Bila çek bêdeng bin.” Qendîl guh neda. Qendîl di bersiva nameya Ocalan de wiha got: “Em bi DYA’yê re li Sûriyeyê destkeftiyên girîng dişopînin. Bi nameyekê bersiv da û got: “Ji ber ku hûn di girtîgehê de ne haya we jê tune ye. Tevî banga Öcalan jî dest ji çekan bernedan û çalakiyên xwe yên terorîstî berdewam kirin.
Jêder: Rojnemeya Hurriyet
Werger: Rojevakurd