Cîhan
Nêçîrvan Barzanî û Erdogan rewşa navçeyê û bihêzkirina peywendiyan gotûbêj kirin
Serokê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî li Koşka Komarî ya Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Barzanî di postekê de piştî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re got: “Me li ser çend mijaran gotûbêj kir, ji wan jî pêşxistina aramiya herêmê û bihêzkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê piştî nîvro gihîşt Enqerê.
Nêçîrvan Barzanî piştî gehiştina Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re ku di civînê de jî amade bû, civiya.
Serdana fermî ya Nêçîrvan Barzanî bo Enqerê piştî şeş mehan tê ku serokomarê Tirkiyê serdana Bexda û piştre jî Hewlêrê kir û ligel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiyabû.