Nivîsar

Turk cihekî ji HDPê re peyda nake!

Gelek cara dema nûçeyek tê belavkirin tu nirxandinek li ser neyê kirin, ew nûçe wek xwe tê qebûl kirin. Kesayetek siyasî radibe daxûyaniyekî dide bê ku tu nirxandin li ser daxûyaniyê bê kirin, wek xwe û beşê ku erênî mirov bikaribe binirxîne tê ragihandin. Ev yek bi zanebûn yan ne zanebûn dibe propagandeyek ji wan kesayetan re û siyaset a wan re.

Şeredarê Mêrdînê yê berê Ahmet Turk li gel Rojnemeyek a Tirkî hevpeyvînek pêkanî. Turk di beşek hevpeyvîna xwe de da xuyakirin ku, şeş partî li dor maseyê civiyane û hewl didin desthilatê biguherînin. Lê hê naye zanîn projeyên wan çi ne. Gelo CHP û Îyî Partî ji bo çareseriya pirsa Kurd heman tiştan bibêjin? Aliyên opozîsyonê çima xwe ji HDPê dûr digirin û çima HDP di maseyê de nîne? Eger niha bitirsin, sibe dê çawa bikaribin pirsgirêkan çareser bikin?

Niha Mirov destê xwe deynê ser bextê xwe û rastiyê bêje,di derbarê Pirsa Kurd de ku ev camêr rexna li CHPê yan jî partiyên din dikin,gelo ew bi xwe ji bo pirsa Kurd çi dibêjin? Eger îro CHP IYI Parti yanî partiyên wek şeş kolu têne naskirin,bangî HDPê bikin dê HDP bi bazdan herê li ser masê wan rûne. Gelo ji bilî HDP dengê Kurda werdigire çi pêwendiya HDPê pirsa Kurd re heye? Kurd gerek vê pirsê ji wan bipirse. Divê serê herkesekî de bê cihkirin ku, HDP xwe wek partiyek Kurd nabîne. HDP partiyeka Tirkiye ye wek ew dibêjin û ji bo pêvajoyekî ji aliyê MITê û Îmralîyê ve hatiye damezirandin. 

Partiyên Tirkiye HDPê qebûl nakin. Vekirî hinek dibêjin ku, HDP û PKK yek e. Wek din hinek jî dibêjin, madem HDP partiyek legal e û hatiye parlementoyê gerek pêwendî li gel wan bêne danîn. Lê dibêjin bila HDP bêje tu pêwendiya me PKKê re tuneye. HDP nikare vê bêje. Ji ber ku PKK tunebe,HDP tuneye.

Dema yên wek Turk hinek daxûyaniya didin, ji hineka weye ku ew nawenda pirsa Kurd de ne û dewletbûna Kurda diparêzin.

Îdelojiya HDPê gelek zelal e. HDP dibêje welatême yê hevbeş Tirkiye ye. Kurd dibêjin Welatê me Kurdistane. HDP dibêje em dixwazin cumhuriyeta demokratik avabikin,Kurd dibêjin em dixwazin dewleta Kurda avabikin. HDP dibêje, TC yanî Cumhuriyeta Tirkiye dewleta me ya hevbeş e. Kurd dibêjin, em dixwazin ya dewlet bibe ya Kurda û Tirka yan jî em dewleta xwe avabikin û ev mefek e. HDP dibêje: Emê demokrasiyê li ser hîmên cumhuriyetê ava bikin. Kurd dibêjin: Cumhuriyet li ser inkar û îmha Kurda hatiye avakirin.Tiştek li ser hîmên nijadperestî nayê avakirin.

Ferqa navbera Kurda ê HDPê gelek kûrin.

Beşek din daxûyaniya xwe de Turk dibêje: Desthilata Tirkiyeyê xirabiyên mezin kirine û êdî ne pêkan e HDP piştevaniya wan bike, lê aliyên opozîsyonê jî ji bo Kurdan tiştekî cuda nabêje û giring nîne darê zorê di destê kê de ye. 

Gelo Turk di kijan geliyî de xwenek kûr de bû? Ji xwe HDP dîn dijminê vê desthilatêye. HDP dibêje ku, erka me ya sereke ewe ku em vê desthilatê têkbibin. HDP/PKK vê desthilatê wek desthilatek fşîst dide nasandin. Lê dixweyê heja hevîyên Turk ji desthilatê heye. Turk ne siyasetmedarek zaneye lê di siyasetê de  leyiztikvanek baş e. Ji bo vê jî gelek kurd têne xapandin û dengê xwe didin van kesayetan.

Lê sibehî AK Partî li gel Îmralî li hev bike gelo dê Turk çi bêje? Dê tenê wesfê Erdogan nede? Hestiyê van yê piştê gelekî nerm e.

21.6.2022

Nêrîn / Şirove

Back to top button