PolîtîkRojev

Serokwezîr pêşwazî li balyozê Almanya li Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Almanya li Iraqê Martin Jaeger kir.

Di civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Almanya li Iraqê de, guftûgo derbarê pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Almanya bi taybet di warê aborî û veberhênanê de hatin kirin.

Rewşa giştî û dawî guhartinên Iraqê û girîngiya berdewambûna piştevanîkirina li Pêşmerge di şerê terorê de û çend babetên cihê giringiya hevbeş, mijarên din ên guftûgoyên civînê bûn.

Back to top button