Polîtîk

Turk bersiva Erdogan da lê ?

Parlementerê Mêrdînê û hevserokê KCD Ahmed Turk bersiva daxuyaniyöên Erdogan ya di derbara hevdîtinên li gel Ocalan tên kirn da.

 Turk di daxuyaniya xwe de got: Eger hevdîtinên aşitiyê çêdibin divê em jî wek dexgehî di nav vê pêvajoyê de cih bigrin.Di derbarê ku dê kî brêz Ocalan bibîne kesek nikare biryarê bide.

Turk di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibîje: Em di nava pêvajoyek nû de ne.Em li vê derê bi awayek vekirî bala wan dikişînin. Em dibêjin ku Kurd ji bo destxistina mafên xwe yên wekhev û adil ji aşitiyîre amadene.Lê kur tu cara tesvîyekirinê qebûl nakin.

 

Erdogan di derbarê hevdîtinên li gel Ocaln têne kirin de gotibû ku em biryarê didin dê kî herê Îmralî.

Nûçeya pêwendîdar eve:

https://rojevakurd.com/politik/12443-biryar-didin-her-mral.html

Di rastiya xwe de daxuyaniyên gelek balkêş ne wek hev ji aliyê BDPê ve di vê pêvajoyê de têne dayîn. Gelek caran gotinên Ahmet Turk, Selahattin Demirtaş û Gulten Kişinak hev nagire. Derdora PKKê hemû dibêje ku Îrada me Ocalan e. Bihêlin bila Îrada we karê xwe bike. Daxuyaniyên rojane ji bo tatmin kirina hinek aliyan tu xizmeta vê pêvajoyê nake.

Ev pêvajoya sekinadina şer û destjêberdana çakan e. Ne pêvajoya destxistina mafê kurdan yên netewîne.

Divê ev yek baş bê zelal kirin da ku herkesek bizanibe  başî û nebaşiyên vê pêvajoyê çine û li gora wê jî xwedî helwest bin.

 

Nûçe: Rojeva Kurd/ N.F

 

Back to top button