Polîtîk

Gotara Hevkarya Hêzên Kurdistanî

Komîteya hevkariya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî li Swed, bi minasebeta 34emin eşkerekirina damezirandina Komeley Şoreşgerî Zehmetkêşanî Kurdistanana Îranê gotarek pêşkêş krin.

Ev deqê gotarê ye.
 

Rêzdaran, amadebûyên hêja!

Bi rêz û silavên Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî…

Em wek Hevkariya Hêzên Siyasî yên herçar beşên Kurdistanê, kêfxweş û serbilindin ku digel we rêzdaran beşdarî vê pîrozbahiya 34emîn salvegera eşkerekirina damezirandina Komeley Şorşgêry Zehmetkêşany Kurdistany Êran dibin.

Damezirandina K.Ş.Z.K.Ê li rêzdar serokayetiya we, li hemû kadirên we, li dost û hogirên Komela û li tevgêra rizgarîxwaziya neteweyê kurd pîroz be!

Em dizanin ku K.Ş.Z.K.Ê.  û bi giştî hemû hêzên siyasî yên kurd li Rojhilata Kurdistanê, di bin mercên pirr zahmet de û bi îmkanên pirr kêm hatine damezirandin. Lê bi qaremanî û bi serbilindiya layiqê neteweyê kurd, heta vê rojê têkoşîneke bê hempa dikin.

Ev pîrozbahiya damezirandinê jî diyar dike ku xebat, berxwedan û têkoşîna bizava siyasî ya neteweyê kurd li Rojhilata Kurdistanê berdewam e û dê heta dema bidestxistina mafên miletê kurd yên mirovîn, mafên demokratîk û mafên netewî bidomîne.  

Rêzdaran,
Ji ber vê xebata qaremanî ku îro em gihîştine şanaziya şahiyên 34emîn salvegera damezirandina K.Ş.Z.K.Ê, em qerzdarê giyanê pak yên şehîdên doza pîroz, xebata bi hezaran xwegorî û fedakarên doza azadiya kurd û Kurdistanê ne.

Di vê roja watedar de, em şehîdên doza rizgariya miletê kurd ji bîr nakin. Em hemû şehîdên nemir bi rêz û bi rûmet bibîr tînin. Bila giyanê şehîd û goriyên doza pîroz û rewa şad, cîhê wan behişt be!

K.Ş.Z.K.Ê wek endam di nav kar û xebata Komîteya Hevkarî de hêzeke bingehîn, girîng û çalak e. Digel kar û xebata wê ya hêja, ji bo parastina yekîtiya netewî û ji bo bipêşvebirina Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî jî piştgiriyeke hêja dide me.

Herweha, em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên herçar beşên Kurdistanê dike, K.Ş.Z.K.Ê di xebata bidestxistina mafê çarenûsa miletê kurd de, di xebata demokrasiyê, di piştgirî û xizmeta Başûrê Kurdistanê de jî hêzeke girîng û fedakar dibînin. Bi giştî, di nav tevgêra netewî de K.Ş.Z.K.Ê hêzeke çalak, nûjen û serkeftî ye.

Hêjayan,
Em hemû dizanin ku maf nayên dayin, lê maf dihên sitendin. Miletê kurd bi hevkarî û yekîtiya netewî, bi xebat û bi têkoşînê mafê xwe distîne û ji bin zulm û zordariya dagîrkeran azad dibe.

Em rizgariya netewî di yekîtiya netewî de dibînin û bi vê mebestê, Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî, Peymana Hevkariya di navbera herdu hêzên Rojhilata Kurdistanê K.Ş.Z.K.Ê û HDKÊ de, bi berzî dinirxîne, peymaneke girîng, hêja û di xizmeta doza neteweyê kurd de dibîne.

Em hêvîdar in ku ev paymana hêja berfirehtir bibe, da partî û rêxistinên din jî yên Rojhilata Kurdistanê di vê peymanê de cîh bigrin.

Bêguman, berjewendiyên netewî di ser hemû berjewendiyên partî û rêxistinên siyasî re ye. Berpirsiyariya hêzên siyasî yên kurd û kurdistanî di vê serdema me de ji holê rakirina nakokiyan, xebata hevbeş, hevkarî û helwesteke birayane ye.

Rêzdaran, em wek Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî piştevanê Başûrê Kurdisanê ne û li hersê beşên din jî, piştgiriya tevgêra rizgarîxwaziya netewî û ya xebata cîbicîkirina demokrasiyê dikin.

Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî di vê dema herî pêwîst û girîng de bi xuşk û birayê Rojava re ye. Em piştgiriya vê rûdana dîrokî, vê firseta zêrîn dikin û di xizmeta Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ne.

Em çareseriya pirsa kurd û Kurdistanê di diyalogê de, bi aştiyane û di tedbîrên siyasî dibîne.

Daxwaza me ji hêzên siyasî û ji hemû hevwelatiyên me yên hêja ku ew di vê serdema herî pêwîst de rê nedin nakokiyan, yekîtiya netewî bihêztir bikin û giranî bidine şêweyên xebata hevbeş û nûjen. Li derveyî welêt jî, em bi xebateke bêwestan ji doza miletê kurd ya rewa re dost û piştgiran zêdetir bikin.

Dubare 34saliya eşkerekirina damezirandina K.Ş.Z.K.Ê li hemû endam û hogirên wê, li tevgêra rizgarîxwaziya netewî û li miletê kurd pîroz be!

Em di têkoşîn û xebatê de ji we re û ji tevgêra rizgarîxwaziya Rojhilata Kurdistanê re serkeftin û serfîrazî dixwazin.

Bila giyanê hemû şehîdên azadiya kurd û Kurdistanê şad, cîhê wan behişt be!
Silav li têkoşerên li Rojhilata Kurdistanê!

Silav li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê!

Bijî yekîtiya neteweyê kurd!

Bijî kurd û Kurdistan!

09/02-2013

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

Back to top button