CivakRojev

Tunebûna zimanê Kurdî nijadperestiye

Asayîşa Giştî li ser medya civakî daxûyaniyek ji bo dezgehê Arikariya Di cih de ji bo Jina (KADES), bi zimanê Tirkî, farisî,Rusî,Ingilîzî û Fransî belav kiriye. Lê di vê daxûyaniyê de zimanê Kurdî tuneye.

Wezareta navxwe ya Tirkiye ji bo tundîya li himber jina bisekine û kêm bibe sala 2018ê dezgehek bi navê KADES damezirinadiye û bi vê rêyê hewldide ku kaşo arikariya jina bike û tundiya li hinber jinê kêm bike.

Lê daxûyaniya ku asayaişa giştî ya Tirkiye ji bo jina ragihandî zimanê Kurdî nehatiye nivîsandin. Li himber vê helwesta Asayîşê gelek bertek di medya civakî de hate nîşandan û hate gotin ku, li vî welatî zêdeyî 30 milyon Kurd dijîn, di vê daxûyaniyê de tunebûna zimanê Kurdî nijadperestiye. Ev helwesta wezereta navxwe hate şermezarkirin.

Back to top button