Nivîsar

Tu bi xêrhatî Şivan Perwer

Nivîskar Hadi Ozişik li nivîsa xwe ya nû de behsa çîroka xwe ya yekemcar bihîstina dengê Şivan Perwer û ji ber kirina strana wî ya (Kî dibê Kurd Nizanin) dike.

Ozişiki dibêje: Dema ku em ji dibistanê dihatin, bi lez em diçûm ber radyoyê û ji radyoya Dengê Êrîwanê me guhdariya stranên Kurdî dikir û li gel stranan me govendê dikir.

Helbet wê demê Şivan Perwer qehremanê me yê herî serekî bû û strana wî ya bi navê “Kî dibê Kurd nizanin” me ji ber kiribû.

Gelek sal derbasbûn lê ew stran tu carî ji bîra min neçû û heta niha jî car caran ez ji xwere distrêm. Helbet wê demê gelek zehmet bû ku em bi zelalî dengê Şivan Perwer bibhîsin. Gelek car xirecir dikete nava radyoyê deng bi awayeke baş nedihat.

Lê niha ew zelamê ku strana “Kî dibê Kurd nizanin” bi min dabû hezkirin niha wê were Tirkiye û li gel Îbrahim Tatlises pêkve stranan bistrê. Hem jî li Amedê… Her çende ew dûr jî be, lê gelek nêzîkî hezkirên xwe ye. Niha kesek wî ji radyoyên xireciran guhdar nake.

Li wan deman kasetên wî jî qedexebûn. Ew maddeyên destûriyên 141,142,163 bûn ku pêşiya Şivan Perwer û hemû hunermendên Kurdan digirt. Tirkiyeyekî bê qedexe ku xeyala mezina Ozal bû gelek dixwest wan maddeyên destûrî biguherîne. Dawî dawî de ya xwe kir û firotina kasetên Kurdî serbestkir.

Êdî Şivan jî ji qedexebûnê derketibû.

Stranên wî qedexebûn… Hatina wî ya welat qedebû… Ji axa xwe dûr jiyana mişextiyê dijî. Ew qedexebûn jî rabû… Dergeh jêre hatin vekirin û hate dawetkirin.. Dawiya vê heftiyê wê were Amedê û konserek li gel İbrahim Tatlıses bide… 

Êdî ew qehremanê ku strana “Kî dibê Kurd nizenin” bi min dabû ji ber kirin wê bê Tirkiyê bistrê… 

Ew kesên ku guhdariya wî bikin birastî gelek bi şansin!

Ez jî ezê êdî ne bi xirecira radyoyê belku ji televizyonê wî temaşebikin û guh bidim stranên wî…

Tu bi xêrhatî Şivan Perwer…. 

Back to top button