Polîtîk

Hemû BDP yî hatine dawetkirin

Yalçın Akdoğan Şêwirmendê Giştî yê Siyasiyê Serok li daxuyaniyek de behsa serdana Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê ya Amedê kir û da zanîn ku hatina Barzanî wê hinek kesên ku siyaseta erzan dikin aciz bike.

Yalçın Akdoğan got: Hatina Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bo nêzîkkirina peywendiya her dû welatan derfeteke gelek başe lê belê ji bo wan kesên ku li Tirkiyê siyaseta erzan dikin dê bibe sedema nerazîbûnan.

Her wiha Akdogan da zanîn ku hinek kes propagandayên wiha dikin ku qaşo ew li derveyê bernameyê de mane, lê belê divê bête zanîn ku hemû BDP ji bo vê bernameyê hatine dawetkirin. Her wiha gelek rêxistinên medenî û kesayetiyên herêmê jî hatine dawetkirin. Nêzîkbûna Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ne kêşeyeke berevajiya wê derfeteke û şanseke gelek mezine. 

Back to top button